Zaroka Efrînê: Ez wêneyê vegerandina Efrînê xêz dikim 2019-03-03 09:03:29   Hesna Mihemed   ŞEHBA - Zarokên Efrînê yên ku li Şehbayê bi cih bûne anîn ziman ku ew dixwazin dîsa li Efrînê lîstikên xwe bilîzin û gotin:"Em dixwazin vegerin Efrînê."   Piştî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê gelê Efrînê li Şehbayê bi cih bûn. Zarokên ku li Şehbayê bi cih bîne her carê daxwaza xwe ya vegera Efrînê dubare dikin.    'Ez wêneyê vegerandina Efrînê xêz dikim'   Zaroka bi navê Zeyneb Ebdo wiha got:"Dema ku em ji Efrînê derketin em gelekî xemgîn bûn. Em niha Şehbayê dijin. Ez li vir xwendina xwe didomînim. Tevî hemû zehmetiyan ez dev ji xwendina xwe bernadim. Ez xewn û xeyalên xwe bi rêya çîrokan û xêzkirinê rave dikim. Ez wêneyê vegerandina Efrînê xêz dikim."   'Ez dixwazim bibim bijîşk û alîkariya mirovan bikim'   Zeynebê wiha dawî lê anî:"Çiqas jî êrîş hebe em dev ji axa bernadin. Heta Efrîn rizgar nebe em dev ji têkoşîna xwe bernadin. Ez dixwazim bibim bijîşk û alîkariya mirovan bikim."