Kongreya Star kulîlkên sor li saziyan belav kir 2019-03-02 16:15:52   HESEKÊ - Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê Kongreya Star kulîkên sor li saziyan belav kir. Jinan gotin:"Ev cejin dê bibe dawiya koletiya li ser jinê û dê meşa azadiya jinê misogertir bibe."   Di sala 1975'ê li New Yorkê di fabrîkayekê de jinan hember negirtina heqdestê xwe bi rengekî wekhev serî hilda. Kongreya Star bi boneya 8'ê Adarê bi cil û bergên xwe yên Kurdî daketin kolanan û kulîlkên sor li saziyên jinan, dîwana Edaletê, saziyên perwerdehiyê û li gelek saziyên din jî belav kirin.   'Bi hêviya ev cejin bibe wesîleya azadiya Abdulla Ocalan'    Endama Rêveberiya Kongreya Star Çinar Yûsif roja 8'ê Adarê li tevahî jinên cîhanê pîroz kir û wiha got:"Ez vê rojê li tevahî jinên cîhanê taybet jinên ku ketine gireva birçîbûnê li kurdistanê û derveyî welat, pîroz dikim. Bi hêviya ku ev cejin bibe cejina azadiya Rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan û rizgarkirina tevahî jinan a ji koletiyê."   'Hêviya min ew e di vê cejinê de aştî li Sûriyê pêk were'   Bi navê jinên Aşûrî û Suriyanî Cemîla Kako jî wiha got:"Ez di vê cejinê de hêvî dikim ku hemû cîhan di aştiyê de bijî taybet Sûriyê. Vê cejinê li jinên cîhanê pîroz dikim, bi hêviya ev cejin bibe wesîleya vegera jin û gelê aşûrî li welatê xwe."   Piştî belavkirina kulîlkan li sazî û meclisan jinan diruşmeya"Jin Jiyan Azadî"berz kirin.