'Bi rihê berxwedana Leyle Guven wê tecrîd were şikandin' 2019-03-02 16:02:11   Hesna Mihemed   ŞEHBA - Jinên Efrînê derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û berxwedana Leyla Guven de gotin:"Wê bi rihê berxwedana Leyla Guven û bi baweriya gelan tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bibe. Em ê bi Rêberê xwe azad bijîn."   Jinên Efrînê derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û berxwedana Leyla Guven de gotin:"Em berxwdana Leyla Guven pîroz dike. Heta tecrîd bi dawî bibe em ê li berxwe bidin."   Zelox Omer wiha got:"Em bi berxwedana Leyla Guven serbilind in. Em ê piştgiriyê heta dawiyê bidin berxwedana Leyla Guven."   Îlfet Elî berxwedana Leyla Guven slav kir û wiha got:"Em weke jinên kurd berxwedana Leyla Guven û rêhevalên wê pîroz dibînin û piştgiriyê didin berxwedana wan. Em bi berxwedana wan bi hêztir dibin."   Jina bi navê Nehle Mihemed wiha got:"Heta Serok Apo azad bibe em ê li berxwe bidin. Em bi berxwedana Leyla Guven têkoşîna xwe mezintir dikin. Em ê ji bo aştî û azadiyê her di nava tevgerê de bin. Bi rihê berxwedana Leyle Guven wê tecrîd were şikandin."