Dayikên Şemiyê : Rêya azadî û edaletê di rêya heqîqetê re derbas dibe 2019-03-02 15:30:07   STENBOL - Dayikên Şemiyê di hefteya 727’an de aqûbeta Cuneyt Aydinlar ê di bin çavan de hat windakirin pirsîn. Birayê Aydinlar Emrah Aydinlar, diyar kir ku Qada Galatasarayê êdî bûye goristana wan û ew dê teqez rojekê li qada Galatasarayê çalakiyên xwe berdewam bikin û têbikoşin û wiha got: "Dewlet me bi êşê terbiye dike. Dayika min 7 salan li ber derî rûnişt û got 'Wê Cuneyt bê'. Lê 25 salin agahî tune."    Dayikên Şemiyê bi armanca aqûbeta windayan bipirsin û faîl bên darizandin, di hefteya 727'an de  xwestin dîsa li Qada Galatasarayê kom bibin û çalakiya xwe berdewam bikin. Dayikên Şemiyê dîsa rastî astengiya polîsan hatin û çalakiya xwe li kolana ber avahiya ÎHD'ê berdoewam kirin. Polisan dîsa wekî her hefte kolana ÎHD’ê dorpêç kirin û Dayikên Şemiyê di bin dorpêça polîsan de daxuyanî dan.  Dayikên Şemiyê yên di bin dorpêça polîsan de li kolana ÎHD'ê kom bûn, tîşortên ku wêneyên xizmên xwe yên hatin windakirin li ser heye li xwe kirin. Dîsa wêneyên xizmên xwe yên winda rakirin. Qerenfîlên sor bilind kirin. Parlamenterê HDP'ê Zeynel Ozen, Parlamenterê CHP'ê Sezgin Tanrıkulu, dîroknas Erdogan Aydin û gelek kesên din tev li çalakiyê bûn. Dayikên Şemiyê di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Xwendekarên Zanîngeha Stenbolê Cuneyt Aydinlar ê di 27'ê Sibatê 1994'an de hat binçav kirin û windakirin pirsîn. Li vir Fatma Kaya ji bo kalikê xwe Ahmet Kaya yê di sala 1996'an de li Basa hat qetilkirin helbest xwend.     Vê hefteyê Keça Fehmî Tosun ê di sala 1995'an de hat windakirin Besna Tosun daxuyanî da. Tosûn, anî ziman ku civaka ku çavê xwe ji rastiyê re girtibe, nikare bigêje azadî û edaletê û wiha got: "Ji ber ku rêya azadî û edaletê di rêya heqîqetê re derbas dibe. Ji ber vê yekê têkoşîna ji bo heqîqetê rûmet e û erka me tevan e. Menekşe Aydinlar 25 salin bi heviya ji kurê xwe yê digot “Roniya çavê min e" agahî jê bistîne dijî. Menekşe ji mere digot “Tişta li me tê kirin zilm e. Dewletê got 'Kurê te fîrar kiriye' Min bawer nekir. Ger ku fîrar kiribûya dê rojekê bi dizî bihata malê. 7 salan xew neket çavê min. Ji bo denge van mirovan bigêje mirovên din em hatin li vir kom bûn. Aydinlar di 20'ê Sibata 1994'an de ji aliyê Polîsên TEM'ê yê Încîrlî yê Bakirkoyê ve hat binçavkirin û birin Midûriyeta Polisan a Stenbolê ya li Gayrettepe. 7 rojan binçavkirina Cuneyt înkar kirin. Di 27'ê Sibata 1994'an de qebûl kirin ku di bin çavan de ye. Lê dema 14 kesên hatin binçavkirin sewqi dozeriyê kirin Cuneyt ne di nava wan de bû. Kesên hatin girtin di 17'ê Adara 1994'an de bi rêya parêzerên xwe agahî dan û diyar kirin ku Cuneyt Aydinlar di 20'ê sibata 1994'an de hatiye binçavkirin û heta 2'ê adara 1994'an jî bi hevre di bin çavan de bûn. Diyar kirin ku ger tiştek hatibe serê Cuneyt Mirûdiyeta TEM'ê ya Gayrettepe berpirsiyar e.     Besna , ani ziman ku gelek kes bûne şahid ku îşkenceyek giran li Cuneyt hatiye kirin û ji ber îşkenceya giran nekaribû bimeşe û wiha bi dawî kir: "Lê Miduriyeta Polîsan a Stenbolê, herî dawî diyar kiriye ku kurê wan di 28'ê Sibata 1994'an de birine Çukurcuma ya Beylogu û li wir reviya ye. 25 salin em dixwazin edalet pêk bê. Em dixwazin winda bên dîtin û kujer bên darizandin. Em ji bo Cuneyt Aydınlar edaletê dixwazin. Menekşe Aydinlar dibêje ‘Heqê min heye ez fêr bibim. We çi kir ji kurê min?' Em bersîva pirsa dayikê ji maqamên edlî dixwazin.    Piştre nameya Onur Emre Yagan xwend. Yagan, anî ziman ku 25 salin Aydinlar qet nedîtiye, lê 25 salin Aydinlar nas dike.     Piştre birayê Aydınlar Emrah Aydınlar diyar kir ku 25 salin ji bo windayan bibînin têdikoşin û wiha got:  "Qada Galatasarayê êdî bûye goristana me. Em ê teqez rojekê li qada Galatasarayê çalakiyên xwe berdewam bikin û têbikoşin.    727 hefte ye em kom dibin û li windayan digerin. Dewlet her dem dixwaze me bi êşê terbiye bike. Gotin reviya ye. Lê Cuneyt ji ber îşkenceya giran nekarîbû bimeşiya. Dayika min 7 rojan li ber deriyê malê rûnişt. Got dê Cuneyt bê. Em de têkoşîna xwa ya li Qada Galatasaraye berdewam bikin."