'Jinê bi vîn û hêza xwe terora DAÎŞ’ê têk bir' 2019-03-02 12:01:30   DÊREZOR - Berdevka Pêngava Bagera Cizîrê Lilwa Abdullah derbarê têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê ya QSD'ê diyar kir ku çeteyên DAÎŞ'ê ji bo hemû cîhanê xetereyek mezin bû û got:"Jinê bi vîn û hêza xwe terora DAÎŞ’ê têk bir. Çeteyên ku ji bo hemû cîhanê talûkeyek mezin bû, bi têkoşîna jinê têk çûn."   Bi Pêngava Bagera Cizîrê gelek bajar û bi hezaran sîvîl ji destên çeteyên DAÎŞ'ê hatin rizgarkirin. Çeteyên ku li ser zilim û zordestiyê pergala xwe ava kiribûn ji aliyê Hêzên QSD'ê ve ber bi dawî bûnê diçin. Têkildarî mijarê de Berdevka Pêngava Bagera Cizîrê Lilwa Mehemed wiha got:"Bi têkçûyina DAÎŞ'ê Jinên Kurd di cîhanê de îsbat kirin ku têkoşîn û berxwedana jinên Kurd her dîrokî bû û ew ê her dîrokî bimîne."   'Çeteyên DAÎŞ'ê ji rûmetê jî û ji mirovatiyê jî dûr in'   Lilwayê bal kişand ser ehlaqê şer û wiha got:"Dema ku çete teslîmî me bûn em li dijî wan bi awayekî mirovane tev geriyan. Lê dema ku DAÎŞ'ê êrîşî Şengalê kir, jin li pazaran firot, tecawizî wan kir, îşkence bi wan kir û serê gelek kesî jê kirin. Gelek jinên li cem DAÎŞ'ê jî wekî mertalên zindî hatin bikaranînin. Ji aliyê Yekîneyên Parastina Jinê ( YPJ) ve nêzî du sed jinên Êzidî û zarok hatin rizgarkirin. Çeteyên DAÎŞ'ê bi awayekî hovane û zayendperest nêzî jinê dibûn. Êsîrên ku radestî me bûn me berê pêdiviyên wan anî cih û me ew derbasî cihê ewle kir.  Ya ku wekî mîrate ji mirovan re bimîne rûmet û mirovatî ne. Lê çeteyên DAÎŞ'ê ji rûmetê jî û ji mirovatiyê jî dûr in."   'Jinê bi vîn û hêza xwe terora DAÎŞ’ê têk bir'   Lilwayê herî dawî wiha got:"Her wiha Lîlwayê  balkişand  ser qedandina çeteyên DAIŞ’ê û wiha anî ziman:” Niha DAÎŞ li Dêrezorê ber bi tûnebûnê ve diçe. Ev serkeftinek gelek  mezin e.  Ji ber ku erdnîgariya herêma Dêrezorê deşt bû, ji zêdebûna mayinan û ji ber ku DAÎŞ'ê mirovên di destên wan de wekî mertalê zindî bi kar dianîn dema Pêngava Bagera Cizîrê dirêj kir. Lê tevî van zehmetiyan jî, armanca şervanan bi cih hat û terora DAÎŞ’ê têk çû. Em ji tevahî jinên ku di Pêngava Bagera Cizîrê de cih girtine spasiyên xwe pêşkeş dikin. Jinan rolek pêşeng lîstin. Jinê bi vîn û hêza xwe terora DAÎŞ’ê têk bir. Çeteyên ku ji bo hemû cîhanê talûkeyek mezin bû, bi têkoşîna jinê têk çûn. Bi têkçûyina DAÎŞ'ê Jinên Kurd di cîhanê de îsbat kirin ku têkoşîn û berxwedana jinên Kurd her dîrokî bû û ew ê her dîrokî bimîne."