Li Hewlêrê starda pîrozbahiyên 8'ê Adarê hat dayin 2019-03-02 09:58:14   HEWLÊR - Jinên ku dilê wan ji bo azadiyê lê dide û bi heman armancê têdikoşîn bi rihê berxwedana demê wê 8' ê adarê pêşwazî bikin. Nûnerên sazî û dezgeyên jinan ên li Başurê Kurdistanê li ber buroya HDP’ê ya Hewlêrê li hev civiyan û bi daxuyaniyek hevbeş starda çalakî û pîrozbahiyên 8' ê adarê dan.   Nûnerên rêxistinên jinan HDP Başûr, RJAK, TAJÊ, KNK û Mecilisa Îştar a Wargeha Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûr), bi daxuyaniyek hevbeş starda çalakî û pîrozbahiyên 8' ê adarê dan. Her wiha Endama Koordînasyona Meclisa Îştar a Wargeha Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûr) Fadîle Tok ku ev 42 roj e li dijî tecirîda girankirî ku li ser Rêberê PKK ê Abdullah Ocalan tê meşandin, di gireva birçîbunê ya bêdem û bêdorvegerde ye beşdarî daxuyaniyê bû.   Berî daxuyaniyê ji bo tevahî cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Daxuyaniya hevbeş  ji aliyê Endama Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) Semîra Salayî ve hat xwendin û Semirayê wiha got: "Jin çiqas têbikoşe wê ewqas azad bibe. Bi boneya 8’ê Adarê roja berxwedan, yekgirtin û tekoşîna jinan em ê jin bên gel hevdu û vê rojê pîroz bikin. Jinan roja 8’ê Adarê bi berxwedan û têkoşînê bi dest xistiye, ji bo wê wateya 8’ê Adarê gelek girîng e. Ne rojek tenê, pêwîst e hemû rojên jinan wek 8’ê Adarê bi berxwedan û têkoşînê tije bikin. Bi vê boneyê em roja 8’ê Adarê li tevahî şehîdan, gelê Kurd û Rêber Apo pîroz dikîn. Emê 8’ê Adarê bikin roja berxwedan û têkoşînê.Bi şiyara azadiya Rêber Apo azadiya Jinan e, em têkoşîn û xebatên  mezintir bikin. Bi berxwedana jinê em tecrîda li ser Rêber Apo bişkînin û bi rêber Apo re azad bijîn."    Piştî daxuyaniya hevbeş hate dayin jinan serdana Endamê Mecilisa HDP ê ya Nunertiya Hewlêrê Nasir Yagiz ê ku ev 102 roj e li dijî tecirîda girankirî ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin, di gireva birçîbunê ya bêdem û bêdorveger de ye. Jina bi boneya 8 ê adarê gul dan Nasir Yagiz, çalakvan Nasir Yagiz û Fadîle Tok di derbarê vê serdanê de hest û nêrinên xwe anîn ziman. Nasir Yagiz wiha got. “ Nunerên jinê yên her 4 parçên Kurdistanê niha li vir amede ne. Me bi çavê xwe dît jin pêşengitiya şoreşê dikin. Îro van jina di peyamên xwe de dan diyarkirin ne tenê 8' ê Adarê roja jina ye roja şoreşa jina ye ya keda wan e. Her roj roja jinê ye. Ez dîsa di kesayeta Hevala Leyla de hevalên jin yên di zindana de ji bo şoreşê canê xwe didin, ez roja 8 ê adarê  di kesayeta van hevalan de li hemu jinan pîroz dikim. Jina azad wê esareta li ser  Rêber Apo rake û wê Kurdistanek azad ava bikin “jin jiyan azadî, Bê Serok jiyan nabe, Bijî serok Apo.”   Çalakvan Fadîle Tok jî wiha got. “ Ev berxwedana  bi rûmet a heval Nasir ji bo me gelek girîng e. Ev berxwedana ku bi pêşengtiya Heval Leyla, hatiye destpêkirin dê di dîrokê de deng vede. Em ê bi rihê berxwedana hevalên me yên di zindanan de 8'ê Adarê pîroz bikin.”