Dengê 8’ê Adarê yê kolanê: Jiyanek din pêkan e! 2019-03-02 09:14:39   ÎZMÎR - Jinên karker ên Îzmîrê diyar kirin ku jinên ne kedkar tune ne û got divê şert û mercên xebatan bên başkirin, 8’ê Adarê bibe betlane. Jinan da zanîn ku ger jin li kolanan bin wê her kes azad be û li dijî mobing û tacîzê jî banga têkoşînê kirin.   8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê nêz dibe û jin jî ji bo maf û daxwazên xwe, amadekariyan dikin ku dakevin qadan. Li Îzmîrê jî jinan der barê 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de nirxandin kirin û her wiha banga têkoşînê kirin.   Xebatkara şaredariyê Ferîde Nalbantoglu daxuyakirin ku jin pir zêde rastî binpêkirinan tên û balkişand ser kêmasiya kreşan û got: “Di sektora taybet de pirsên weke ‘hûn zewicandîne, zarok hene, ji karê we re tiştek dibe asteng’ tên pirsîn. Divê kreş hebin ku jin bixebitin. Her kargerî dibin taybet û pereyên mezin didin kreşan. Ger em zarokan bidin dibistana seretayî herî kêm divê 16 hezar TL bide.”    ‘Jin hem li malê hem li derve dixebite’   Pispora Pêşketina Zarokan Gîzem Ertaş bi lêv kir ku jin hem li malê hem li kargeriyê dixebitin û got di civakê de lênerîna zarokan tenê aydê jinan e û got: “Jin xwe digihînin her karî. Lê ji ber gelek zehmet e neçar dimînin navber bidin kar. Ji bo ev rewş bê sererastkirin divê mêr bên perwerdekirin. Divê jin bi hev re bikevin piştevaniyê. Saetên kar zêde ne. Divê saet bên kurtkirin.”   Sîmgeyê jî got dema xwendekar bû neçar maye anketoriyê bike û got: “Keda xwendekaran nayê dîtin. Em ji aliyê mêrên anket belav dikirin ve rastî mobîngê dihatin. Digotin xwe xweşik bikin, cilên xweş li xwe bikin. Mirov biçûk dixistin. Anketek kêm bima pere nedidan.”   Fatoş Acar a kedkara malê jî daxuyakirin ku pereyê lênerînê pergala hepskirina malê ya jinan e û got gelek jin tevî ku betal in jî ev nayê dîtin.   Fadîme Ulutaş ku li tezgaha vekiriye zeytûnan difroşe, bi lêv kir ku ji bo jin derveyê malê jî bikaribin bijîn divê bixebitin.   Gonul Işik jî daxuyakirin ku di Roja Jinên Cîhanê de jin dixebitin û got divê 8’ê Adarê betlane be. Nîhal Sarilitopuz jî anî ziman ku li cîhanê jinên ku ne kedkar in tune ne û got ew jî wê di 8’ê Adarê de bixebite.    Yeşîm Kul jî diyar kir ku li gorî berê dîtina kar zehmet bûye û êdî kesên zanîngeh qedandine jî betal in.