Ber bi 8’ê Adarê: Ji bo tecrîd bi dawî bibe dakevin qadan 2019-03-02 09:11:52   STENBOL - Li Stenbolê jinên ji bo mîtînga 8’ê Adarê amadekariyan dikin, ji bo têkoşîna li dijî krîza aborî, şîdet û şer, mezin bikin wê li qadan bin. Jinan diyar kirin ku wê dengê Leyla Guven a li dijî tecrîdê dest bi grevê kiriye, bilind bikin û gotin ew ê li qadan li dijî tecrîdê bimeşin.    Li Stenbolê jin wê 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li ber Foruma Marmarayê bên cem hev û bi meşa li Qada Bazar a Bakirkoy û mîtîngê pîroz bikin. Bi pêşengiya Platforma Jinan a 8’ê Adarê ya Stenbolê bi dirûşmeya ‘Em ji bo azadiya xwe di berxwedanê de ne; Em li dijî krîz, şer û şîdetê li qadan bin’ wê bên cem hev.    Rêvebera Partiya Kedê (EMEP) ya Stenbolê û endama platformê Şenay Kumuz got sala borî 8’ê Adarê li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê pîroz kirin lê îsal destûr nedane û wiha got: “Roj bi roj qadên jinan tên xespkirin. Îro qadên ku em daxwazên xwe lê tînin ziman jî tên girtin. Ji ber vê em ê dest ji qadên mîtîngê bernedin. Têkoşîn wek her qadê wê li vê qadê jî bidome. Em îsal mîtîngê li Bakirkoyê li Qada Pazarê pêk tînin. Em ê ji bo mafê jiyana xwe berxwe bidin. Dînamîka sereke ya 8’ê Adarê têkoşîn e. Şîdeta li ser jinê her diçe zêde dibe. Em jin wê dest ji têkoşînê bernedin. Ji ber vê em ê di 3’ê Adarê de li qada mîtîngê bin.”   ‘Em beramberê keda xwe dixwazin’   Endama Partiya Kedê ya Sosyalîst (SEP) Sevgî Ozturk destnîşan kir ku ji bo destkeftiyên jinan bên parastin û destkeftiyên nû bên bidestxistin xeta têkoşîna hevpar girîng e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi têkoşîna hevpar gelek maf hatine bidestxistin. Niha ‘qanûna efûyê ya îstîsmara zayendî’ di rojevê de ye. Ev qanûn di 2016’an de jî hat rojevê lê bi têkoşînê şûnde hatibû kişandin. 8’ê Adarê rojek girîng e û di vê rojê de jin dikarin daxwazên xwe bînin ziman. Ji bo azadiya jinê gelek daxwazên me hene. Ji ber vê em hemû jinan di 3’ê Adarê de vexwendiyê qadê dikin.”   ‘Şer bixwe re şîdetê jî zêde dike’   Aktîvîsta TJA’yê Çîçek Ariç diyar kir ku jin demek dirêj in li qadan e û wiha balkişandin ser girîngiya 8’ê Adarê û wiha got: “Îsal berxwedana greva birçîbûnê ya Leyla Guven daye destpêkirin girîng e. Bi 8’ê Adarê re wê jin zêdetir tevlî vê xeta têkoşînê bibin. Ez bawer im ku wê zêdetir li dijî tecrîdê deng bê derxistin, li dijî şîdetê zêdetir îtîraz bên kirin. Sedema esas a şîdetê şer e. Di heman demê de bixwe re krîza aborî jî tîne. Ji bo mezinkirina têkoşînê em ê seranserê hefteyê 8’ê Adarê li qada bin. Em hemû kesî di 3’ê Adarê de dipên Qada Pazarê.”   ‘Em ê dengê Leyla Guven bilind bikin’   Endama Meclîsa Jinan a HDK’ê ya Stenbolê Nîhal Taş jî balkişand ser girîngiya 8’ê Adarê û got ji bo li dijî şîdet, tacîza li hember jinan deng derbixin wê li qadan bin û her wiha ji bo bibin dengê greva birçîbûnê ya Leyla Guven li dijî tecrîdê daye destpêkirin jî wê li qadê bin. Nîhalê di dawiyê de diyar kir ku wê li dijî tecrîda ji malê bigirin heta kolanê bidawî bibe wê têbikoşin û divê bi awayekî xurt deng bê derxistin.”