Komîsyona Jinan a ÎHD'ê: 743 zarok bi dayikên xwe re girtî ne 2019-03-01 14:22:39   ÎZMÎR - Komîsyona Jinan a ÎHD'ê ya Îzmîrê bal kişand ser zarokên bi dayîkên xwe re di girtîgehê de ne û got: "3 hezar zarok di girtîgehên Tirkiyeyê de ne. Girtîgeh ji bo mezinbûna zarokan neyînî ye. Di vî warî de ragirtina zarokan binpêkirina mafê mezinbûna zarokan e."    Komîsyona Jinan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê ji bo balê bikişîne ser rewşa zarokên bi dayikên xwe re di girtîgehan de li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Endama Komîsyonê Cemîle Karakay daxuyanî da.    Cemîle diyar kir ku 743 pidik di girtîgehan de ne û got: "Kes qîrîna zarokan û lorîna dayikan nabihîze. Girtîgeh awêneya Tirkiyeyê ne û demokrasiya li Tirkiyeyê dide nîşandan. Ji 260 hezar girtiyên li Tirkiyeyê 199 hezar hikumxwar in. 58 hezar kes jî girtiyên ceza nexwarine. Ji van jî 10 hezarê wan jinên girtî ne."    'Jinên ducanî di girtîgehan de ne'   Cemîle da zanîn ku li gorî tespîtên ÎHD'ê 3 hezar zarok di hepsan de ne û wiha dewam kir: "Ji van 743 zarok temenê wan di navbera 0-6 salî de ne. 37 jî ji 6 mehiyê biçûktir in. 35 jinên ducanî girtî ne. Em di welatek ku 743 zarok bi dayikên xwe re girtî ne dijîn. Em ê behsa Fîlîz Karakoglan a li Girtîgeha Tîpa L a Panosê bi du pidikên xwe re dimîne bikin. Li Agiriyê bi boneya di 2015'an de beşdarî daxuyaniyek çapemeniyê bûye 4 sal û 2 meh ceza lê birîne. Ev 2 meh bi du pidikên xwe re di girtîgehê de ye. Zarok cêwî bi awayek premature hatine dinyayê û niha 7 meh û nîvî ne. Divê ji bo xwedîkirina wan baş li wan bê nihêrîn, lê şertên girtîgehê ji bo xwedîkirina zarokan ne guncav e û zarok mezin nabin. Baş nayên xwedîkirin. Pêdiviya wan bixwedîkirinek baş heye. Pidikê xwe bi ava fêkiyan a hazir û tiştên mîna buskîviyan mezin dike. Ev zexîre ne li gorî xwedikirina zarokan e û xweşik li wan nayê nihêrîn."    'Zarok di girtîgehê de bi pêş nakevin'   Karakaya anî ziman ku şertên avhewayê, ritûbeta qawîşan, germ kirine û hewa sitendina hewayê ji bo tenduristiya zarokan kêm e û wiha got: "Ev şert dikin ku zarok nexweş bikevin. Di qawîşan de ji kapasîteyê zêdetir kes tên girtin. Ji ber nivînên nerm tune ne zarok hemû dema xwe li ser nivînên dayikên xwe derbas dikin. Ev jî dibe sedema zarok qet li xwe nedin. Ji ber qada hêşînayî jî nîne zarok xwezayê nas nakin. Zarok salên xwe yên ewilî di hepsê de derbas dikin û mezin dibin. Ev rewş cudakariya li dijî zarokan e. Mayîna zarokan a di girtîgehan de ji bo xwedîkirin û mezinbûna wan neyînî ye. Di vî warî de mayîn zaroka ya di girtîgehan de tê wateya binpêkirin mafên pêşketina zarokan. Divê hemû dayikên bi zarokên xwe re li girtîgehan dimînin cezayê wan bên taloqkirin û beratkirin. Divê ev jin û zarok demildest bên berdan û da dayikên zarokan wan dikaribin li derve mezin bikin. Em ji Wezareta Dadê, rêxistinên civakî yên sivîl û saziyên din daxwaz dikin ku ji bo çareseriyê hilberînin bikevin tevgerê."