Jinên Mexmûrê: Divê em xwedî li zimanê xwe derkevin 2019-03-01 12:42:55   MEXMÛR - Jinên ku li Akademiya Şehîd Jiyan beşdarî perwerdeya xwendin û nivîsandinê bûn wiha gotin:"Divê em xwedî li zimanê xwe derkevin. Ziman nasnameya mirovan e."   Di sala 2008'an de Akademiya Şehîd Jiyan li Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) hat vekirin. Li Akademiya Şehîd Jiyan jin beşdarî perwerde, xebat û çalakiyên cuda dibin. Jinên ku beşdarî perwerdeya ji bo xwendin û nivîsandinê bûn hestên xwe anîn ziman û gotin:"Ji bo civak pêş bikeve divê jin ji her awayî xwe pêş bixe. Em jî ji bo xwe pêş bixin em hewl didin. Pêşketin siberoja mirovan ronî dike."   'Divê em jin her çalak bin'   Mamosteya Akademiyê Sadet Tok wiha got:"Me wekî mamosteyên Akademiya Şehîd Jiyan perwerdeya xwendin û nivîsandinê da destpêkirin. Armanca me ew e ku hemû jinên kampê di warê xwendin û nivîsandinê de xwe perwerde bikin. Ji bo jin bikaribin xwedî li nasnameya xwe derkevin perwerde pêwist e. Divê em jin her çalak bin. Niha 8'ê Adarê jî nêz dibe divê em di vê rojê hemû derkevin qadan û çalakbûyina xwe li qadan nîşan bidin. Em bi rihê berxwedana Leyla Guven li ji bo parastina mafên xwe li qadan bin."   'Divê em xwedî li zimanê xwe derkevin'   Jina bi navê Fadîle Înver a ku li beşdarî perwerdeya xwendin û nivîsandinê dibe wiha dibêje:"Em komek jin li vir fêrî xwendin û nivîsandinê dibin. Ji ber ku min derfet nedît ku dibistanê bixwînim loma poşman im. Lê niha derfet heye û hewl didim ku hîn bibim. Pêwist e ku mirov berî her tîştî zimanê xwe fêr bibe. Divê em xwedî li zimanê xwe derkevin. Çimkî zimanê me nasnameya me ye. Bila jin xwe di her alî de xurt bikin. 8'ê Adarê li pêşiya me ye pêwist e ku em bi rihê Leylayan vê salê pêşwazî bikin. Bi taybet divê em li mafên jinê û li Rêber Apo xwedî derkevin ji ber gelek giringî da xebatên jinê ger ku em îro evqas jin tên cem hev ev bi saya ramanê Rêbertî ye. Divê em qadên 8'ê Adarê vala nehêlin û bi têkoşîna xwe dîwarê Îmraliyê hilweşînin. "   'Zimanê me hebûna me ye'    Jina din a bi navê Kewzer Kepar jî axivî û got:"Ez sipasiya mamosteyan dikim ku ev derfet dane me. Tiştê herî bi rûmet zimanê me ye. Zimanê me hebûna me ye. Ez bang li hemû jinan dikim ku li zimanê xwe xwedî derkevin. Ji bo civak pêş bikeve divê jin ji her awayî xwe pêş bixe. Em jî ji bo xwe pêş bixin em hewl didin. Pêşketin siberoja mirovan ronî dike. Divê em xwedî li zimanê xwe derkevin. Ziman nasnameya mirovan e. Her wiha 8'ê Adarê tê. Ez vê roja taybet li hemû jinan pîroz dikim û em hêvî dikin bi rihê têkoşîna vê rojê dê Rêberê me azad bibe.