Li Stenbolê wê jin biherikin Qada Azadiyê ya Bakirkoyê 2019-03-01 11:06:48   STENBOL - Li Stenbolê wê jin bi dirûşma, "Ji bo Azdiya xwe em di berxwedanê de ne; li dijî krîz û tundiyê em li qadan e" li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê bên gel hev. Zuleyha Gulum a HDP'yî ya ku jin vexwendin mîtîngê wiha got: " Ji bo ku em bibêjin bila tecrîd rabe, aştî bê; em li vir in, em kolan û qadan naterikînin hemû jinan vedixwînin mîtîngê."   Jin wê li Stenbolê di pêşengiya Platforma Jinan a 8'ê Adarê de, bi dirûşma, "Em ji bo azadiya xwe di berxwedanê de ne, li dijî krîz, tundî û şer li qadan e" li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê kom bibin. Jinên ku ji bo mîtînaga 8'ê Adarê ya wê di 3'yê Adarê roja yekşemê li Bakirkoyê bê li darxistin xebatên xwe bê navber berdewam dikin, li gel her cureyê tundiyê û qedexeyan wê daxwazên xwe li qadan biqîrin.   Tecrîd û grev mijarên sereke ne   Jinên ku tax bi tax belavok belav kirin, bal kişandin ser berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û ya girtiyên di zindanan de xebatên xwe yên ku vê berxwedanê silav bikin jî bê naber berdewam dikin.  Herwiya ji dervî Stenbolê , li Kocaelî û Tekîrdagê jî wê jin 8'ê Adarê bi çalakiyên cûr bi cûr pîroz bikin.    17'emîn Meşa Şevê ya Feministan   Jin wê ji derîv mîtîngê 8'ê Adarê êvara înê saet di 19.00'an de li ber Navenda Çandê ya Fransizan di meşa şevê de bên gel hev. Jinên ku wê bi dirûşma "Ev serhildanek feminîst " bên gel hev heta Tunelê wê bimeşin û piştî daxuyaniya ku bidin wê çalakî bi şahiyê berdewam bike.    'Em ê nîşan bidin ku em destkeftiyên xwe ji dest nadin'   Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum, ji jinan re vegot ku wê 8'ê Adarê bi kîjan daxwazan pîroz bikin. Zuleyha anî ziman ku jin Hedef hatine  girtin û wiha berdewam kir: " Ji ber pêkanîna me ya pergala hevserokatiyê û nûnertiya wekhev ji aliyê qeyûman ve saziyên me yên jinan hedef hatin girtin. Lê li gel hemû cureyên tundiyê em ê jin deskeftiyên xwe ji dest nedin."   'Bila tecrîd rabe û aştî bê'   Zuleyha bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ku di pêşengiya Leyla Guven de ji aliyê giriyên li zindanan û li derve berdewam dike û got ku kesên di grevê de ji bo aştî û demokrasiyê dest bi vê çalakiyê kirine. Zuleyha got ku ji ber polîtîkayên mîlîtarîst û şer qadên jiyanê li jinan teng bûne û wiha berdewam kir: "Li kolan û li derve tundiya li jinan zêde bûye û li malê jî tundiya dewleta mêr berdewam dike.  Bi taybetê êrîşên li dijî jinên kurd ku bi girtin û binçavkirinan bi encam dibin zêde bûne. Herî dawî parastina êrîşa zayendî ya ji aliyê polîsê dewletê ve û parastina vê êrîşê ji aliyê dewletê ve tundiya dewleta baviksalar li ber çavan radixe. Aştî daxwaza hemû jinan ne. Ji ber vê dive tecrîd bê rakirin û demildest aştî bê. Wê ev daxwaza me ya sereke ya 8'ê Adarê be."   'Wê jin bi daxwazên xwe di 8'ê Adarê de li qadan bin'   Zulehya derbarê daxwazên jinan ên 8'ê vê salê de jî wiha got: "Em ê careke din bibêjin ku bila êrîşa zayendî li zarokan neyê kirin, bersûcên van êrîşên zayendî yên li dijî zarok û jinan neyên efûkirin, ji qanûna nefeqeyê re bibêjin na û  çima qanûna bi hejmar 6284 nakeve meriyetê.  Em dest ji destkeftiyên xwe bernadin. Em destûrê nadin ku hûn hevberdanê asteng bikin û tundiyê li me bkin. Destkeftiyên me yên ku we xwset bi qeyûman tune bikin em ê destûrê nedin ku hûn tune bikin û qeyûman ji şaredariyan derxînin û saziyên xwe ji nû de ava bikin. Wê têkoşîna me ya li dijî binpêkirina mafan li malê, li cihê kar û li meclisê berdewam bike."   Banga tevlibûna mîtîngê hat kirin   Zuleyha ji bo tevlibûna mîtînga Bakirkoyê jî bang kir û wiha got: "Di pêvajoya ku em ber bi 8'ê Adarê ve diçin de gelek çalakî hatin lidarxistin û hîn jî wê bên lidarxistin.  Têkoşîna jinan bi çend rojan ne sînordar e.  Her dem têkoşîna me bi rêbazên cuda cuda berdewam dike. Lê 8'ê Adarê ji ber ku ji bo pêşdexistina têkoşîna azadiya jinê û feminîzmê girîng e ji bo me dîrokek taybet e. Ez bang li hemû jinan dikim ku di 3'yê Adarê de tevli mîtîna wê li Bakirkoyê li qada azadiyê bê lidarxistin bibin."