Piştî salekê ji nû ve: Wê biryara tefrîkê bandorek çawa li doza Nisêbînê bike 2019-03-01 09:14:43   Medîne Mamedoglu   MÊRDÎN - Di rojên borî de dihat payîn ku 6’emîn runiştina doza Nisêbînê bê dîtin. Ji bo 53 girtiyên ji dozê dihatin darizandin biryara tefrîkê hat dayîn. Di 5 runiştinên borî de girtiyan bi parastinên xwe bal kişandin ser êrîşên li Gelê Kurd tên kir û der barê girtiyan de biryara hatiye dayîn nayê zanîn ku wê dozê çawa biguhere.   Li Nisêbîna Mêrdînê di dema qedexeyên derketina derve de 53 kesên ku hatibûn binçavkirin û girtin, di runiştina doza wan ya 6’emîn de biryara tefrîkê hat girtin. Doza ku 2 sal şûnde hatibû destpêkirin, salekê berdewam kiribû û niha bi biryara hatiye girtin vegeriyan destpêkê.   Di encama 5 runiştinan de biryar hat girtin   Runiştina yekem a girtiyan di Çileyê 2018’an de hat dîtin û girtiyan îdianameya der barê wan de hat amadekirin qebûl nekirin û parêzeran jî darizandin wek ‘hiqûqa dijmin’ bi nav kirin. Her wiha di 5 runiştinan de jî li salona dadgehê her cureyê şîdet û zextê hat jiyîn.   Di meha çileyê de girtî di bin tedbîrên mezin de anîn salonê, di navbera dehan leşkeran de hatin runiştin û di navbera wan û malbatan de wek dîwar hat hunandin. Girtiyên di runiştinên ku hefteyekê berdewam kirin de sûcdarî qebûl nekirin gotin ew ji tu tiştekî ne poşmanin.   Krîza wergera Kurdî û mafê parastinê   Di runiştina meha nîsanê de jî heman parastin hatin dubarekirin. Piranî parastinên ji 70 rupelî pêk dihat yên girtiyan ji aliyê heyeta dadgehê ve nîvco hatin hiştin. Piraniya girtiyan ji ber kesên wek tercûman  anîn dadgehê bi kurdî nizanibûn nikaribûn parastinê bikin. Li girtiyan  ‘axaftina bi tirkî hat ferzkirin’ hat ferzkirin û girtiyên xwestin bi zimanê xwe parastinê bikin wek ‘mafê bêdengiya xwe bikaranîne’ derbasî girtekan kirin.   Di runiştinên Cotmeh, Kanûn û ya herî dawî Sibatê hatin dîtin de 53 girtî li salonê ne amade bûn. Osman Uçar û Abdulkadîr Baybars jî ji ber parastinên di runiştina yekem de kiribûn ev salekin di hucreya kesî de tên girtin.    Dîmenên binçavkirinê yên ku di seranserê runiştinan de derneketin holê û li dosyayê nehatin zêdekirin, di runiştina çaremîn de derket holê ku hatine paqijkirin.   Di rojên borî de dihat payîn ku 6’emîn runiştina doza Nisêbînê bê dîtin. Ji bo 53 girtiyên ji dozê dihat darizandin biryara tefrîkê hat dayîn. Di 5 runiştinên borî de girtiyan bi parastinên xwe bal kişandin ser neheqiya li wan hatiye kirin û der barê girtiyan de biryara hatiye dayîn nayê zanîn ku wê dozê çawa biguhere.