'Bi rihê berxwedana Leyla Guven dê tecrîd were şikandin' 2019-03-01 09:06:26   Hesna Mihemed   ŞEHBA - Jinên Şehbayê berxwedana Leyla Guven a ku ev 114 roj in ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe, di greva birçîbûnê de ye, slav kirin û gotin:"Bi rihê berxwedaniya Leyle Guven tecrîdê were şikandin."   Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven ket roja xwe ya 114'an. Piştgiriyên ji bo çalakiya Leyla Guven didomin. Jinên Şehbayê jî berxwedana Leyla Guven slav kirin û gotin:"Em bi berxwedana Leyla Guven serbilin din. Em ê heta dawiyê piştigiriyê bidin berxwedana Leyla Guven."   'Em bi hêza Leylayê li berxwe didin'   Îlfet Elî diyar kir ku berxwedana Leyla Guven ji hemû cîhanê bûye mînak û wiha got:"Em wekî jinên Kurd berxwedana Leyla Guven pîroz dikin û lê xwedî derdikevin. Em bi hêza Leylayê li berxwe didin. Em bi rihê berxwedana Leylayê li berxwe didin da ku tecrîda li ser Rêberê me rabe û aştî were."   'Berxwedana Leyla Guven bû sembola azadiyê'   Jina bi navê Nehle Mihemed jî wiha got:"Em hêza xwe ji Leyla Guven digirin û baweriya me zêdetir dibe. Berxwedana Leyla Guven bû sembola azadiyê. Ew ji bo aştî û azadiyê bedena xwe dide ber birçîbûnê. Em ê jî ji bo aştî û azadiyê heta dawiyê li berxwe bidin."   'Bi rihê berxwedaniya Leyle Guven tecrîdê were şikandin'   Jina bi navê Zeloh Omer wiha got:"Em ji berxwedana Leyla Guven hêzê digirin. Bi rihê berxwedaniya Leyle Guven tecrîdê were şikandin. Em bi berxwedana Leyla Guven serbilin din. Em ê heta dawiyê piştigiriyê bidin berxwedana Leyla Guven."