ROJEVA 1'Ê ADARA 2019'AN 2019-03-01 09:00:00   *Endama Desteya Rêveberiya PYD'ê Menal Mihemed geşedanên dawî nirxand. Menalê diyar kir ku ji bo çareseriya krîza Sûriyeyê diyologên aştiyane girîng in û wiha got:"DAÎŞ ji aliyê QSD'ê ve têk çû lê hîn aloziya li Sûriyeyê didome. Ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê xebat û diyalogên berfireh pêwist in. Lê divê ev diyalog li ser esasên daxwazên gelên li Sûriyeyê dijîn pêk were." DÎMEN HEYE   *Jinên Efrînê yên ku li Şehbayê bi cih bûne anîn ziman ku ew têkoşîna xwe ya jiyanê didomînin û  gotin:"Ji bo rizgariya Efrînê em ê her li berxwe bidin."   *Jinên Şehbayê berxwedana Leyla Guven a ku ev 114 roj in ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe, di greva birçîbûnê de ye, slav kirin û gotin:"Bi rihê berxwedaniya Leyle Guven tecrîdê were şikandin."   *Meclîsa Jinan a Enqereyê bi şîara ‘Em bajarên ku kes lê nayê kuştin dixwazin’ di 8’ê Adarê de wê li qadan bin. Ruya Înanir diyar kir ku wê heta 8’ê Adarê bi gelek bernameyan dengê xwe bidin bihîstin û wiha got: “Ji bo em neyên kuştin, ji bo em xwe bi rê ve bibin, ji bo em biryarên xwe bidin, banga têkoşînê li jinan dikin.”DÎMEN HEYE   *162 sal berê li New Yorkê di fabrîkayekê de serhildana pêk hat, jiyana nû li cîhanê dihûne. Jinên bi hêz û cesareta ji mafdariyê girtine ber bi sedsala nû ve dimeşin û li Tirkiyeyê jî li dijî pergala binpêkirinê bi berxwedanên Flormar, Avon, Grîpîn û Eksen Makîne didome.DÎMEN HEYE   *Di rojên borî de dihat payîn ku 6’emîn runiştina doza Nisêbînê bê dîtin. Ji bo 53 girtiyên ji dozê dihatin darizandin biryara tefrîkê hat dayîn. Di 5 runiştinên borî de girtiyan bi parastinên xwe bal kişandin ser êrîşên li Gelê Kurd tên kir û der barê girtiyan de biryara hatiye dayîn nayê zanîn ku wê dozê çawa biguhere.   *Li Zeytînkoy yekem namzeta jin a keyatiyê Gullu Karadag li dijî siyaseta reşkirinê ya mêr û polîtîkayên zextê gundekî nû xeyal dike. Yên herî zêde piştgiriyê didin Gullu jî hevalên wê yên namzetên azatiyê ne.DÎMEN HEYE   *Resmiya Baybars diyar kir ku du kurên wê jî di grevê de ne û bang kir ku divê demildest daxwaza girtiyên di grevê de bê qebûlkirin û wiha got: “Wan ne ji bo xwe, ji bo her kesî bedena xwe dane ber mirinê. Divê her kes gûh bide dengê wan.”