Meclisa Jinan a Îdirê bernameya xwe ya 8'ê Adarê diyar kir 2019-02-28 16:00:21   ÎDIR/ÊLIH - Meclîsên Jinan ên HDP’ê yên Îdîr û Êlihê  bernameya xwe  ya 8’ê Adarê aşkera kirin û got: “Hemû jin dê bi rengên xwe li qadan bin û beşdarî çalakiyên 8’ê Adarê bibin.”   Meclîsên Jinan ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê yên Îdir û Êlihê bi dirûşma “Jin ji bo aştiyê li ber xwe didin û  di grevê de ne” bernameya xwe ya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê aşkera kir. Civîna aşkerakirina bernameya meclîsa jinan a Îdirê li avahiya HDP’ê ya Bajêr hat lidarxistin.    Namzeta Hevşaredariya HDP’ê ya Îdirê Eylem Çelîk, di civînê de axivî. Eylem, diyar kir ku ew ê di pêvajoyek zor û zehmet de  8’ê Adarê pêşwazî bikin û wiha got: “Jin di refên herî pêş de, ji bo mafên xwe têdikoşin. Jinan li dijî kedxwarî û desthilatdariyê, ref girtine. Em di pêvjaoyek dîrokî û ewqasî jî zor û zehmet re derbas dibin. Emê azadiya xwe bi dest bixin. Em û hemû sînorên faşîzmê û ablukeyên wê derbas bikin û meşrûbûna xwe ava bikin. Emê di vê çarçoveyê de berxwedana xwe mezin bikin.”   Jin dê rengê xwe bidin qadan   Eylem, da zanîn ku ewê sibe bi xebatên hilbijartinê re, xebatên xwe yên 8’ê Adarê jî bi rêve bibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di vê çarçoveyê de emê di 5’ê Adarê de kartan girtîgehan re bişînin. Emê li Halfelî û Yenîmahalle bigerin û qûrnefîlan li jinan belav bikin. Di 6’ê Adarê de, emê jinên dikandar û yên li nexweşxaneyan ziyaret bikin. Dîsan emê li bajaroka Hoşhaber qûrnefîlan belav bikin. Emê di 7’ê Adarê de, li navçeya Tûzlûca bi jinan re kom bibin. Piştî kombûnê emê qûrnefîl û belavokan belav bikin. Di 8’ê Adarê de jî, em ê saet 13.00’an li ber avahiya partiyê kom bibin û heya  Birdariya Mafê  Mirovan bişemin. Di meşê de em ê li erbaneyan bixin, qûrnefîlan belav bikin û nepoxan bifirînin. Em di roja jinan de bi hemû rengên xwe li qadan bin. Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê em hemû jinan dawetê qadan dikin.”    Li Êlihê jin ji bo 8'ê Adarê Amade ne   Tevgera Jinên Azad  (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  ya Êlihê, bernameya xwe ya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê di civîneke lidar xistin de aşekere kir. Civîn li avahiya Rêxistina HDP’ê  ya bajêr hat lidarxistin. Parlementgera Êlihê Ayşe Acar Başaran, Nemzeta Hevşaredariya Êlihê Songul Korkmaz û gelek jin beşdarî civînê bûn.    Parlemeter Ayşe Acar Başaran di civînê de axivî û wiha got: “Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dabû destpê kirin, her diçe belav dibe. Em ber bi 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ve diçin. Di demek wiha de, di roja jinan de rakirina tecrîdê heye. Hevalên me ji bo jin, ciwan û jiyanek demokratîk ava bikin, li ber xwe didin û bedena xwe ji birçîbûnê re razandine. Ev ji bo vê dibêjin berxwedan. Di 8’ê Adarê de, dema em daketin qadan emê bêjin ‘Daxwazên wan daxwazên me ne.’”   Piştî axaftina Ayşeyê bernameya 8’ê Adarê hat aşkere kirin. Bernameya 8’ê Adarê wiha ye: “   *Di 1’ê Adarê saet 13.00’an de li Qubînê starta 8’ê Adarê dê bê dayîn.    *Di 2’yê Adarê saet 14.00’an de, dê li Kercewsê Hevdîtina Jinan pêk were.    *Di 3’yê Adarê saet 10.00’an de, dê serdana Dayikên Aştiyê û Leyla Guven pêk were.    *Di 4’ê Adarê saet 11.00’an de serdana nexweşan pêk were.    *Di 5’ê Adarê saet 14.00’an de kart ji bo girtiyan bên şandin.   *Di 6’ê Adarê saet 11.00’an de, dê li Giresîra Hevdîtina Jinan pêk were.   *Di 7’ê Adarê saet 13.00’an de, belavok li bazarên semtan bên belavkirin.    *Di 8’ê Adarê de jî, dê li qada li ber Stadyûma Bajêr a 16’ê Gulanê Mîtînga 8’ê Adarê bê lidarxistin.”