Jinên Feminîst çûn serdana Leyla Guven 2019-02-28 15:58:50   AMED - Jinên Feminîst çûn serdana Hevseroka KCD û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê ku di roja 113'an de çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê berdewam dike.    Çalakiya Hevseroka Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrg ê Leyla Guven çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 11^an de berdewam dike.  Jinên feminîst ên ku ji Konya û Aydinê çûn serdana Leyla Guven.    'Em hêzê ji te digirin'   Jinên ku çûn li malê Leylayê ziyaret bikin li ber derî ji aliyê keça Leylayê Sabîha temîzkan ve hatin pêşwazîkirin. Jin piştre derbasî cem leylayê bûn. Piştî ku Leyla xêrhatin li jinan kir jinan jî xwe pê da naskirin û gotin ku ew hêz ê ji berxwedana wê digirin. Leyla jî wiha ji jinan re got: "Ez bawerim wê berxwedana min bi serkefitinê tacîdar bibe .Dema ku ez jinan dibînim ez gelek kêfxweş dibim û moral ji wê digirim." Li ser gotina Leylayê jinan jî got: "Em hêzê ji berxwedana te digirin û em jî bawer in ku wê berxwedana te bi serkeftinê bi encam bibe."   'Wê dawî gelek xweş be'   Leyla ji jinan xebatên 8'ê Adarê pirsîn û jinan jî got ku ew ê li Stenbolê meşa şevê li dar bixin. Leyla diyar kir ku ew dixwaze di 8'ê Adarê de hemû jin li qadan bin û 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz kir. Piştî ku jinan û Leyla bi hev re wêne kişandin jinên Femînîst ji cem leylayê veqetiyan.