Li Oltuyê rojname û pirtûkan nadin jinên girtî 2019-02-28 12:39:57   ERZIROM - Hat hînbûn ku kovar, pirtûk û rojname ji bo jinên girtî yên siyasî yên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Oltuyê.    Ji bo jinên girtî yên siyasî yên di  Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Oltuyê ya Erzirumê kovar, pirtûk û rojname nayê dayin. Girtiyên jin ên siyasî Hamide Yuksel û Rojbin Kirdar derbarê binpêkirina mafan serî li Komeleya Mafên Mirovan (KMM) a Erzirumê dan. Girtiyan dan zanîn ku muayeneya bi kelepçe li wan tê ferzkirin û çalakiya wan a werzîşê tê astengkirin.    Kovar û rojnameyan nadin   Di nameya ku ji KMM'ê re hat şandin bang li raya giştî hat kirin û wiha hat gotin:"Em 10 girtiyên jin ên siyasî di Girtîgeha Oltuyê de ne. Tenê koguşek me heye. Em ji Hezîrana 2016'an heta niha girtî ne. Rêveberiya Girtîgehê kovar û rojnameya Yenî Yaşamê yên ku ji bo tên nadin me. Em bi îdareyê re axivîn lê dîsa jî bersivek erênî nadin me. Hevalên me yên li girtîgehên cuda ji bo me pirtûkan dişînin lê nadin me. Pirtûk ji bo kontrolkirina qedexeyan dişînin emniyetê lê careke din ew pirtûkana ji me re nayên."   Tedawî nayên kirin   Di nameyê de hat gotin ku muayeneya bi kelepçe li girtiyan tê ferzkirin û wiha dewam kir:"Her gav muayeneya bi kelepçe li me tê ferzkirin. Tedawiya me ya ji bo diran tê astengkirin. Gelek hevalên me ji ber ku muayeneya bi kelepçe qebûl nakin pirsgirêka wan a diranan didomin."