Amadekariyên ji bo 8'ê Adarê yên Kongreya Star ên li Şehbayê 2019-02-28 10:26:12   Ferîde Zada   ŞEHBA - Rêxistina Jinê ya Kongreya Star a li Şehbayê ji bo 8'ê Adarê dest bi amadekariyan kir. Endma Koordinasyona Kongreya Star Newroz Haşîm derbarê xebatên 8'ê Adarê de got:"Bi felsefeya Rêber Apo em xwedî li 8'ê Adarê derdikevin. Divê em hemû kes li vê rojê xwedî derkevin. Loma em amadekariyên xwe hewl didin ku bi rêk û pêk bikin."   Di çarçoveya çalakiyên ji bo 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê Endama Koordînasiyona Kongreya Star a kantona Efrînê Newroz Haşim axivî. Newrozê diyar kir ku wate û girîggiya 8'ê Adarê cuda û taybet e û got:"Divê jinê Kurd di vê rojê de dest bi din destên hevdu û li dijî dagirkerî û desthilatdariyê li berxwe bidin."   'Berî ku Efrîn bê dagirkirin li wir gelek çalakî dihatin lidarxistin'   Newrozê wiha got:"Ji bo me hemû roj roja cejna jinê ye. Berî ku Efrîn bê dagirkirin li wir gelek çalakî dihatin lidarxistin. Niha li Şehbayê jî tevî derfetên kêm em amadekariyên ji bo 8'ê Adarê dikin. Ew ê di roja 8'ê Adarê de serdana Malbatên Şehîdan bê kirin. Dê ji bo hevjînê Şehîdan çalakiyên cuda bên lidarxsitin. Dê bi meşek mezin goristanên Şehîdan bên ziyaretkirin. Ew ê piştre kulîlk li ser gorên şehîdan bê belavkirin. Ji 1'ê Adarê heta 8'ê Adarê dê Malbatên Şehîdan çalakiyên cuda li dar bixin. Her wiha Tevgera Kevana Zêrîn jî ew ê çalakiyên cur be cur li dar bixin."    'Divê em hemû kes li 8'ê Adarê xwedî derkevin'   Newrozê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Bi felsefeya Rêber Apo em xwedî li 8'ê Adarê derdikevin. Divê em hemû kes li vê rojê xwedî derkevin. Loma em amadekariyên xwe hewl didin ku bi rêk û pêk bikin. Divê jinê Kurd di vê rojê de dest bi din destên hevdu û li dijî dagirkerî û desthilatdariyê li berxwe bidin. Em bang li hemû jinan dikin ku xwedî li roja 8'ê Adarê derbikevin, derkevin qadan û dengê xwe bilind bikin."