'Jinên Kurd bi îradeya xwe ya xurt dijminê mirovahiyê DAÎŞ, têk birin' 2019-02-28 10:10:51   Ehlam Hecî / Nûpelda Têkoşîn   ŞENGAL - Derbarê pêngava Bagera Cizîrê ya li dijî DAÎŞ'ê de têkoşera doza azadiyê Nesrîn Ebdullah nirxandin kir. Nesrînê diyar kir ku îsal dê sala têkoşîn û serkeftina jinê ya li dijî çeteyên DAÎŞ'ê be û wiha got:"Jinên Kurd bi hêz û îradeya xwe ya azad dijminê mirovahiyê, DAÎŞ, têk bir.    Bi pêngava Bagera Cizîrê gelek sîvîl ji aliyê QSD'ê ve hatin rizgarkirin û çeteyên DAÎŞ'ê qefle bi qefle radestî hêzên QSD'ê bûn. Têkildarî  pêngava Bagera Cizîrê ya li dijî DAÎŞ'ê de, têkoşera doza azadiyê Nesrîn Ebdullah wiha got:"Bi têkçûyina DAÎŞ'ê dê hevsengiya Rojhilata Navîn biguhere."   ' Divê jin têkoşîna xwe xurtir bikin'    Nesrînê wiha got:"Em rojên pîroz dijîn. Rojên ku em li hêvî bûn ku DAÎŞ bi dawî bibe hat. Em ê pergala li cihên ji DAÎŞ'ê hatiye rizgarkirin ji nû de ava bikin. Me têkoşîna ji bo tolhildana jinên Êzidî dabûn û me ev tol hilda. Têkoşîna me ji bo edalet, azadî û têkoşînê ye.  Gelek sîvîl ji destên çeteyan hat rizgarkirin. Lê em ê vê têkoşîna xwe mezintir bikin. Bi taybet ji ber ku ji bo jinan pêvajoyek giran derbas bû divê jin têkoşîna xwe xurtir bikin.    'Jinên Kurd bi îradeya xwe ya xurt dijminê mirovahiyê DAÎŞ, têk birin'   Nesrînê bal kişand ser hêza jina Êzidî û wiha axaftina xwe bi dawî kir:"Jinên Êzidî dizanin ku tenê ew xwe dikarin biparêzin loma hêza xwe zêdetir kirin. Niha gelê Şengalê xwe diparêzin. Ev tiştekî pîroz e. Ev dê xurtir bibe. Mirov ancax li welatê xwe xwedî nasname be û aram be. Tu carî welatê derve nabe welatê me. Aramiya me re ancax li ser axa me re bibe. Loma em xwedî li axa xwe derdikevin. Divê di warê rêxistin û xwebirêvebirinê em bêtir xwe pêş bixin. Jinên Kurd bi hêz û îradeya xwe ya azad dijminê mirovahiyê, DAÎŞ, têk bir. Bi têkçûyina DAÎŞ'ê dê hevsengiya Rojhilata Navîn biguhere."