ROJEVA 28'Ê SIBATA 2019'AN 2019-02-28 09:00:00   *Jinên Ereb ên li Firoşgeha Lazgîn a Mîrîşkan dixebitin da zanîn ku ew cara yekem vî karî dikin û gotin:"Ger jin bixwazin dikarin di her karî de serkeftî bin. Tevî hemû zehmetiyan em karê xwe dikin." DÎMEN HEYE   *Mirov ji kolên bajarê Qersê ku ji aliyê şaredariya MHP'ê ve tê rêvebirin nikare ji gelaşê derbas bibe.  Gel ji vê yekê bi berteke û mijara mereqêye ku gelên Qersê dê di 31’ê Adarê de dengê xwe ji kîjan partiyê re bi kar bînin. BI DÎMEN    *Endama Koordinasyona Meclîsa Îştarê ya Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Sebiriye Erigîn Îşlek, derbarê 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê de diyar kir ku ji bo jin neyên çewisandin têkoşînek hevpar a jinê pêwist e û wiha got:"Em ê îsal 8'ê Adarê bi rihên jinên berxwedêr pêşwazî bikin."   *Esma Yilmaz a li Girtîgeha Tîpa T ya Hejmara 2'yem a  Rihayê dimîne ji bo tenduristiya keça xwe Arînê serlêdana berdana bi kontrol kir lê her sê caran jî hat redkirin. Parêzer Guler Kiliç ku dosya bir DDB’ê diyar kir ku hukma qanûna vekirî ji nedîtî ve tê.   *Dayikên Aştiyê diyar kirin ku di rewşa ku tecrîd rabe wê polîtîkayên faşîst têk biçin û ji ber vê jî tecrîd bi awayekî girankirî tê berdewamkirin û got: “Heta azadiya Birêz Ocalan pêk neyê li Tirkiyeyê pirsgirêk jî naqedin. Ev pisgirêk êdî ji pisgirêka kurd derketiye. Ev êdî pirsgirêka Tirkiyeyê ye. Divê ev tecrîd rabe. Hebûn û tunebûna Tirkiyeyê girêdayê vê ye.” BI DÎMEN   *Sekretera Jinan a Hejmara 1'em a Egîtîm Sen a Amedê Zeynep Aykat diyar kir ku li Tirkiyeyê betalbûna ciwanan bûye girêkek mezin û got ji her 4 ciwanî yek betal e, sedema vê jî krîza aborî ya di encama polîtîkayên hikûmetê de pêk hatiye. BI DÎMEN   *Rêvebera HDP’ê Guler Tunç diyar kir ku piştî dîroka hilbijartinê diyar bûye şûnde AKP’ê bi hemû hêza xwe berê xwe daye Botanê û got: “Li dijî zext û astengiyan wê gelê Botanê di 31’ê Adarê de serkeftina xwe pîroz bike. Çoşa xebatên hibijartinê, fragmanek 31’ê Adarê ye.”  BI DÎMEN   * Derbarê pêngava Bagera Cizîrê ya li dijî DAÎŞ'ê de têkoşera doza azadiyê Nesrîn Ebdullah nirxandin kir. Nesrînê diyar kir ku îsal dê sala têkoşîn û serkeftina jinê ya li dijî çeteyên DAÎŞ'ê be û wiha got:"Jinên Kurd bi hêz û îradeya xwe ya azad dijminê mirovahiyê, DAÎŞ, têk bir.    *Sala borî di meha îlonê de li girtîgeha Tîpa T ya Amedê a Hejmar 2 Ahmet Ç. yê 22 salî întîxar kir û dawî li jiyana xwe anî. Parêzer Oyku Çakman got: “Li girtîgeha ku hemû qwîş bi kamerayê tên şopadin, Ahmet yê ku bi awayekî zelal 10 deqeyan di tevgera bi guman deye û 7 deqeyan jî çalakiya întîxarê pêk tîne, çawa dibe ku nayê dîtin. Ev di hişan de rê li ber pirsan vedike.”