Ji bo Gultan Kişanak madalyoya şaredariyê hat dayin 2019-02-27 11:33:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Şaredariya Choisy-le-Roi ya Firansayê madalyoya şaredariyê da Gultan Kişanak.    Şaredariya Choisy-le-Roi ya ya li nêzî Paytexta Firansayê ya bi navê Parîsê, madalyoya şaredariyê da Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak a ku di sala 2016'an de dewsa wê qayyim hat tayînkirin.  Do madalyaya Gultan Kişanak di merasîmê de li ser navê wê dan nûnerên komeleyên Kurd.    Serokê Şaredariyê yê Kominist Didier Guillaume diyar kir ku ev 2 sal in Gultan Kişanak girtî ye û 14 sal ceza lê hatiye birîn û bang kir hemû siyasetmedarên li Tirkiyeyê girtîne bên berdan.