Leyla Guven: Berxwedana li dijî tecrîdê xwdîderketina li demokrasiyê ye 2019-02-27 11:14:15   AMED - Parlementerê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû, Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a 112 rojin ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbînê deye ziyaret kir. Leyla got; "Daxwazeke min a qanûnî heye û heta ku neyê cih ez dest jê bernadim. Berxwedana li dijî tecrîdê xwedîderketina li demokrasiyê ye."   Parlementerê Partiya Gel a Komarê (CHP) yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû, Hevseroka Kongreya Civaka Demokratî (KCD) û Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Colemêrgê Leyla Guven a 112 rojin ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger deye, duh li mala wê ziyaret kir. Tanrikûlû di dema serdanê de ji Guven re ev tişt got: “Em ji bo we û girtiyên di greva birçîbûnê de ne, bi fikarin. Ez hêvî dikim ku di vê pêvajoyê de, kesek zirarê nebîne.”    Leyla Guven jî ji Sezgîn Tanrikûlû re wiha got: “Daxwazek min a qanûnî heye û heya ev daxwaza min neyê pêşwazîkirin, ez ê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê berdewam bikim. Lê berpirsiyartiya li ser milên min pir girane. Li girtîgehan ji 300’î zêdetir girtî û gelek havên min ên ji derveyî welat di greva birçîbûnê de ne. Rewşa wan pir krîtîke. Tecrîd ne tenê li dijî Birêz Ocalan li tevahiya Tirkiyeyê tê pêk anîn. Hevalên me yên parlementer ji bo ku balê bikişînin ser çalakiyên greva birçîbûnê xwestin bimeşin, lê ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Dîmenên dopêçkirina polîsan, wêneyê şênber ê tecrîdê ye. Ji ber vê li dijî tecrîdê derketin, di rastiyê de xwedî li demokrasiyê xwedî derketin e.”