Ji bo Dayikên Aştiyê Xelata Dugu Asena 2019-02-26 13:49:19   NAVENDA NÛÇEYAN - PEN'an Tirkiye ango Komeleya Nivîskarên Tirk, diyar kir ku ew Xelata Duygu Asena ya vê salê didin Dayikên Aştiyê.    PEN'an Tirkiye ango Komeleya Nivîskarên Tirk, diyar kir ku ew Xelata Duygu Asena ya vê salê didin Dayikên Aştiyê.  Li gorî nûçeya Bîanetê, di daxuyaniya ku derbarê mijarê de hat dayîn de wiha hat gotin: "Bi taybetî dayîna vê xelatê ji bo Dayikên Aştiyê ku wekî berxwedêrên jin derketin pêş hem xwezayî û hem jî bi wate ye."   Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:    “Xizmên windayan  ji Gulana 1995'an heta roja me, li Stenbolê, li Qada Galatasarayê her roja şemiyê saet di 12.00'an de dest bi çalakiya rûniştinê kirin.   Van jinan çalakiyên ku ji bo dengên xwe bidin bihîstin, pirsgirêkên xwe bi raya giştî re par ve bikin û hestiyariyê bilind bikin bi biryardarî, di bin ba û baranê de û di nava heriyê de, di bin sar û sermayê û germayê de berdewam kirin. Ew girseya ku bi navê “Dayikên Şemiyê” hat naskirin gelek caran rastî mudaxeleya polîsan hat.   Lê herî dawî  destûr nehat dayîn ku cara 700'î werin ba hev. Qada Galatasarayê ji Dayikên Şemiyê re hate qedexekirin. Çalakiyên ku bi beşdarî û tevlibûna Komeleya Mafên Mirovan berdewam dikin, niha li Beyoglûyê, li ber avahiya komeleyê weke daxuyaniya çapemeniyê berdewam dikin.   Bi taybetî dayîna vê xelatê ji bo Dayikên Aştiyê ku wekî berxwedêrên jin derketin pêş hem xwezayî û hem jî bi wate ye."   Duygu Asena yek ji jinên  Feminîst ên Nivîskar e û di sala 2006'an de jiyana xwe ji dest da. PEN jI sala 2007'an ve li sernavê Dugu Asena xelatê dide.