Çalakiya Leyla Guven di roja 111'an de ye 2019-02-26 12:24:09   AMED - Çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û ne dorveger a Leyla Guven ku li dijî tecîrda li Îmraliyê daye destpêkirin di roja 111'an de berdewam dike.    Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 111'an de berdewam dike. Leyla ya ku di 25'ê Çileyê de ji girtîgehê hat tahliyekirin çalakiya xwe li malê berdewam dike.   Leyla ya ku çalakiya wê berdewam dike heta niha ji çar hêlên Tirkiyeyê û gelek welatên din piştgirî tê ji aliyê gelek nûnerên saziyan ve serdana wê tê kirin. Heta roja îro ji bo  Leyla gelek rojnameger, siyasetmedar û nivîskaran ve peyamên piştevaniyê hatine şandin, di peyaman de hatiye diyarkirin ku tecrîd sûc e û divê bê rakirin.     Çalakiya grevê roj bi  roj berfireh dibe   Çalakiya koma greva birçîbûnê ya yekemîn ku li girtîgehê bi heman armancê hat destpêkirin di roja 72'an de berdewam dike, ya Nûnerê HDP'ê yê Hewlêrê Nasir Yagiz di roja 97'an de, ya 14 çalakgerên li Strasbourgê ya Fransayê di roja 71'an de, ya Îmam Şîş ê li Gallerê di roja 71'an de, ya endama Meclisa Îştar ya li Mexmûrê Fadîle Tok di roja 37'emîn de, ya Hevseroka DBP'ê Sebahat Tuncel  û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê ya berê Selma Irmak jî di roja 42'an de berdewam dike.   Bi sedan girtî di grevê de ne   Li girtîgehan her roj komên nû li komên çalakger zêde dibin. Herî dawî li Girtîgeha Şakraên 8 girtiyan di 15'ê sibatê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û ne dorveger kirine. Li gorî daneyên Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'a Stenbolê hat aşkerakirin ku li 60 girtîgehan 321 gitî di greva birçîbûnê ya bêdem û ne dorveger de ne. Hat aşkerakirin ku ev hejmar dibe di demên pêş de zêdtir bibe û li aliyekî jî çalakîya dorveger a greva birîbûnê jî li girtîgehan berdewam dike.     Gav nehat avêtin   Li gel bertên raya giştî yên li dijî îktîdarê û banga tê kirin hîna îktîdarê bêdengiya xwe xira nekiriye.