Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin 2019-02-26 10:58:36   STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo bi miwekîlên xwe re hevdîtin bikin cara 793'yemîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.    Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Rêzan Sarica, Faîk Ozgur Erol, Newroz Uysal û Cengîz Yureklî ji bo bi miwekîlên xwe re hevdîtinê pêk bînin cara 793'yemîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Hevdîtina parêzeran ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ve bi hêcetên cuda tên redkirin.