‘Bi qanûna îstîsmara zayendî dixwazin wesfê sûc biguherin’ 2019-02-26 09:08:24   Şehrîban Aslan   AMED - Endama Navenda Pêkanîn û Şêwirmendiya Mafê Jinan a Baroya Amedê Dîren Elîf Vurgun diyar kir ku armanca DDB’ê ya redkirina îtîraza li dijî rayeya birîna mehrê ya dane meleyan, ev e ku wesfê sûc biguhere û temenê razîbûnê ya 15’an daxînin 12’an.   Bi guherîna di fikraya duyemîn a xala 22’emîn a Qanûna Xizmetên Nifûsê ya Hejmar 5490 re, rayeya birîna mehrê dabûn miftiyên navend û navçeyan. Li dijî vê di 23’ê Çile de serlêdana îtîrazê li Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB) hat kirin û DDB’ê biryara betalkirinê red kir. Endama Navenda Pêkanîn û Şêwirmendiya Mafê Jinan a Baroya Amedê Dîren Elîf Vurgun der barê mijarê de nirxandin kir û da zanîn ku ev qanûn, êrîşa li hember laîkbûn û ne gorî peymanên navneteweyî ye.   ‘Der barê qanûnê de propanganda tê kirin’   Parêzer Dîren Elîf Vurgun der barê biryara red a DDB’ê de axivî û got: “Di rewşa di sûcên îstîsmara zayendî de zarokên rastî îstîsmarê hatibin û di rewşa bi gumanbar re bên zewicandin ceza tê taloqkirin. Ev qanûn ji nû ve tê nîqaşkirin. Ev qanûna ku behsa wê tê kirin pêşiya tahliyekirina îstîsmarkar vedike û bi hevkariya çapemeniyê weke ku mexduriyet tê jiyîn propaganda tê kirin. Zîhniyet û tiştê ku tê xwestin bê kirin diyar e. Ola îslamê referans tê girtin û tiştê ku tê xwestin bê kirin jî êrîşa li hember layîkbûnê ye, li dijî peymanên navneteweyî û rêgezên hiqûqî, mafê mirovan e. Divê qanûnek wisa ji nîqaşê re jî neyê vekirin.”   ‘Dewlet divê zarok biparêze’   Dîrenê destnîşan kir ku dewletên alîgirên Peymana derbarê Mafê Zarokan a NY’ê ne, divê zarokan li dijî her cureyê binpêkirin, îstîsmar û şîdetê biparêze, lê dewlet li şûna ku zarokan biparêze, mêrên ku îstîsmarê pêk tîne diparêze û der barê vê de jî pêşnûmeyê tîne rojevê. Dîrenê anî ziman ku bi vê sererastkirinê hewl tê dayîn ku wesfa sûc bê guhertin û temenê razîbûnê ya 15’an daxînin 12’an, di pêkanînê de ji ber îstîsmara zayendî mijara gotinê ye, îfadeya zarok ji aliyê pedagogê ‘Navenda Şopandina Zarokan’ (ÇIM) hatiye girtin. Dîrenê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku êrîşên li hemberî mafên mirovan didomin û her wiha wê ew jî bêyî şûnde gavê bavêjin têkoşîna mafê mirovan berdewam bikin.