‘Li cihê ku polîs jinê tacîz dike îtîbar heye gelo?’ 2019-02-26 09:06:20   STENBOL - Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku AKP ji roja hatiye desthilatdariyê heta niha li dijî mafê jinan di pratîkê de bûye û balkişand ser tacîza zayendî a polîs a li hember Merve Demîrel û got: “Tê îdiakirin ku li hember hêzên ewlehiyê yên dewletê ‘tevgera bêîtîbariyê heye’. Li cihekî ku polîs jinê tacîz dike, hûn behsa îtîbara çi dikin?”   Di rojên borî de li navçeya Kizilay a Enqereyê li Kolana Sakarya xwendekara zanîngehê Merve Demîrel hat binçavkirin û dema binçavkirinê de rastî tacîza zayendî ya polîs hat. Tevî ku tacîza ket bin qeydên kamerayan û hemû Tirkiyeyê dît jî di serî de wezîrê karê hundir Suleyman Soylu, rayedarên desthilatdariyê û midûriyeta giştî ya emniyetê ne jin, polîs parastin û gotinên zayenperest anîn ziman. Hevberdevka HDK’ê û parlamentera HDP’ê ya Muşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît balkişand ser jinên li Tirkiyeyê ku rastî êrîşa zîhniyetek çawa tên.   Gulîstanê diyar kir ku ji roja AKP hatiye desthilatdariyê di pratîkek li dijî mafê jinan e û got: “Em rizandineke civakî ya cidî ku jinê hepsê malê dike, derdixe derveyê qada cemawerî dijîn. Hemû pîvanên nirxan tên tunekirin û civak bê rûmet tê hiştin. Yek ji mînakên vê ev e ku hevalek jin di çalakiya TAYAD’ê de tê binçavkirin û di bin çavan de rastî tacîzê tê. Rêxistinên jinan bertek nîşanê vê yekê dan. Gotin divê polîs bê darizandin û ji kar bê dûrxistin. Daxuyaniya ku Emniyeta Eneqereyê da ji tacîzê bi xoftir bû. Dibêjin bavê jina rastî tacîzê hatiye FETO’yî ye. Yanî dibêjin bavê wê FETO’yî be pirsgirêk tune ye, dikare bê tacîzkirin. Ev daxuyaniyeke ku tacîzê rewa dike ye.”   ‘Hûn behsa îtîbarek çawa dikin’   Gulîstanê destnîşan kir ku jin di bin çavan de, li girtîgehan rastî îstîsmara zayendî û îşkenceyê tên û got: “Yên vê dikin peywirdarên dewletê ne û ji ber vê jî kes tiştekî nake. Ji ber li gelek qadan deng hat derxistin şûnde gav avêtin. Lê ji bilî vê her tişt di bin perdeyek tarî de tê veşartin. Tevî ku ev bûyer jî li ber çavan tê kirin, tê veşartin. Rastî tê veşartin. Tê îdiakirin ku li hember hêzên ewlehiyê yên dewletê ‘tevgera bêîtîbariyê heye’. Li cihekî ku polîs jinê tacîz dike, hûn behsa îtîbara çi dikin? Li wir rizandinek heye. Polîtîkayek bi xof a li hember jinê heye. Rastiyek dewletê, AKP’ê ya li hember vê bêdeng dimîne, ji nedîtîve tê heye.”   ‘Li cihekî din ba wê hem midûrê emniyetê hem jî wezîr îstîfa bikira’   Gulîstanê di berdewamiyê de bi lêv kir ku heman rewş li welatekî din pêk bihata wê hem midûrê eminiyetê û hem jî wezîrê karê hundir îstîfa bikira û her wiha got ku polîsê êrîşa îstîsmarî kiriye divê wê saetê li ser peywirê nehatiba hiştin. Gulîstanê her wiha daxuyakirin ku sekna Merveyê jî pir watedar e û got gotinên wê yên ‘ev dijahlaqî, ev şerm aydê polîs e’ xwedî wateyek girîng e.