ROJEVA 26'Ê SIBATA 2019'AN 2019-02-26 09:00:00   *Seroka Şaxa Sendîkaya Dev Turîzm-Îş Zohre Aksut diyar kir ku Karkerên Spor A.Ş ya Şaredariya Karabaglarê ku biryara grevê girtine, şert û mercên li wan hatine ferzkirin red kirine û got: “Armanca me ev e ku dema em nan dibin mala xwe dixwazin ji zarokên xwe re jî goreyekê bistînin.” DÎMEN HEYE   * Jinên Botanê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bernameya ji bo hefteyekê amade kirin û bi çalakî û bernameyên xwe wê li qada bin. Namzeta Hevşaredariya Cizîrê Berîvan Kutlu der barê bernameya wê li Şirnex û navçeyên wê pêk bên de axivî û diyar kir ku wê bernameya 8’ê Adarê bi coşa Newroz û hilbijartinê zêdetir bikin.DÎMEN HEYE   *Jinên HDP’î bertek nîşanî êrîşên li hember partiya wan û hedefgirtina jinan dan û gotin: “Desthilatdarî ji ber ditirse, êrîş dike. Dixwaze bitirsîne lê ew bixwe ditirsin. Ji vê sîwaneyê ditirsin.”DÎMEN HEYE   *Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku AKP ji roja hatiye desthilatdariyê heta niha li dijî mafê jinan di pratîkê de bûye û balkişand ser tacîza zayendî a polîs a li hember Merve Demîrel û got: “Tê îdiakirin ku li hember hêzên ewlehiyê yên dewletê ‘tevgera bêîtîbariyê heye’. Li cihekî ku polîs jinê tacîz dike, hûn behsa îtîbara çi dikin?”DÎMEN HEYE   *Endama Navenda Pêkanîn û Şêwirmendiya Mafê Jinan a Baroya Amedê Dîren Elîf Vurgun diyar kir ku armanca DDB’ê ya redkirina îtîraza li dijî rayeya birîna mehrê ya dane meleyan, ev e ku wesfê sûc biguhere û temenê razîbûnê ya 15’an daxînin 12’an.   * Jinan diyar kirin ku divê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan demildest bi dawî bibe û gotin ger neyê bidawîkirin wê berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê wê welat bihejîne. Jinan her wiha gotin ku divê bi destê Leyla û bi sedan girtiyên din ên di grevê de, bê girtin.DÎMEN HEYE   *Endama Ofîsa Ciwanên PYD'ê Bêrîvan Esed derbarê amadekariyên Konferansa Ciwanê PYD'ê de axivî û got:"Em ê bi armanca rizgarkirina Efrînê amadekariyên xwe bidomînin û konferansa xwe li dar bixin. Ciwanên xwe bi rêxistin dikin dê Efrînê rizgar bikin."  DÎMEN HEYE