Ji Endamên însiyatîfê meşa 'Leyla rûmeta me ye' 2019-02-25 17:10:27   STENBOL - Înîsîyatîfa Piştevaniya Zindanan a Marmarayê, xwest li ber walîtiya Stenbolê çalakiyê li dar bixe, lê ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Endamên înîsiyatîfê ligel hemû astengiyan jî dirûşmeya "Leyla Guven  rûmeta me ye" û heya Qada Sîrkecî meşiyan.     Însîyatîfa Piştevaniya Zindanan a Marmarayê, ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê yên ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine destpêkirin, xwest li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê daxuyaniyê bide. Piştî ku hate diyarkirin ku çalakiya li pêşiya walîtiya Stenbolê jî hatiye qedexekirin, endamên înîsîyatîfê xwestin bi Walî Alî Yerlîkaya re hevdîtinekê bikin.   Piştî ku polîsan daxuyaniya li pêşiya walîtiya Stenbolê jî asteng kir, endamên înîsîyatîfê heta Qada Sîrkeciyê meşiyan.   Girse, bi dirûşmeya ‘Leyla Guven rûmeta me ye’ meşiya û dema hatin qadê polîsan dîsa ew asteng kirin.