Endamên Meclîsên Jinê yên HDP'ê çûn serdana Leyla Guven 2019-02-25 17:00:01   AMED - Hunermend Pinar Aydinlar Endamên meclîsên jinê yên HDP'ê yên ku ji Îzmir, Enqere, Stenbol û Muglayê hatin, çûn serdena Leyla Guven a ku ev 110 roj in  ji bo rakirina tecrîda Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye. Leylayê ji jinên ku hatin serdana wê got:"Ji bo tecrîd bi dawî bibe û aştî pêk were çalakiya ku ez dewam dikim girîng e. Loma moralê we bila baş be û hêviya xwe winda nekin."   Hunermend Pinar Aydinlar Endamên meclîsên jinê yên HDP'ê yên ku ji Îzmir, Enqere, Stenbol û Muglayê hatin, çûn serdena Leyla Guven a ku ev 110 roj in  ji bo rakirina tecrîda Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye. Ji ber pirgirêka tenduristiyê ya Leylayê jin hemû derbasî hundur nebûn. Bi komên ku ji 6 kesî pêk tên serdana Leyla hat kirin.    'Em ê têkoşîna xwe mezin bikin'   Jinên ku hatin serdana Leylayê anîn ziman ku ew ê têkoşînê mezin bikin û gotin ku ji bo Leyla bijî tiştên ji destên wan tên ew ê bikin.    'Em hêza xwe ji te û ji girtiyên di grevê de ne distînin'   Piştre Endamên Meclîsa Jinê yên HDP'ê yên Enqereyê gotin:"Em hêza xwe ji te û ji girtiyên di grevê de ne distînin. Tiştên ji destên me tên em dikin. Em hêvî dikin ku tecrîd bi dawî bibe û aştî pêk were."   Her wiha Pinar Aydinlar strana ku ji bo Leylayê nivîsandinbû xwend.   Piştî serdanê jinan xwestin daxuyaniyê bidin lê ev yek ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Lê jinan peyamê xwe ji Leyla re ragihandin.