Dadgehê gûmanbarê êrîşa zayendî serbest berda 2019-02-25 15:35:11   KOCAELÎ - Gûmanbarê êrîşa zayendî Mukremîn T.  ku li Çayirovayê li dijî zarokekê êrîşa zayendî pêk anî û zarok tehdît kiribû ji aliyê dadgehê ve serbest hat berdan.    Zaroka li Çayirovaya Kocaleliyê dijî, çû Muduriyeta şaxa zarokan a Emniyetê û got ku ew ji aliyê mêrê ku navî wî B.T. ye  ve bi êrîşa zayendî re rûbirû maye. Piştî îfadeya zarokê di lêkolîna ku hat kirin de derket holê êrîşkar Mukremîn T. ye. Mukremîn T. ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.     Mukremîn T. piştî îfadeya wî li emniyetê hat girtin bi şertê kontrola edlî hat berdan û hat diyarkirin ku zarok jî girtine bin parastinê.