HDP’ê li Mehsertê buroya hilbijartinê vekir 2019-02-22 14:32:02   MÊRDÎN - Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê, li navçeya Mehsertê buroya hilbijartinê vekir. Di vekirina buroya hilbijartinê de peyama “Em ê di 31’ê Adarê de hesap ji kesên ku ddest danîne ser vîna me bipirsin” hat dayîn.   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) a Mêrdînê, li navçeya Mehsertê buroya hilbijartinê vekir. Girseya ku di têketina navçeya Mehsertê de kom bû, piştre bi konvoyê ketin rê. Konvoya ku ket nav bajêr gel slav kir. Gelên Mehsertê bi kêfxweşî û coşek mezin konvoy pêşwazî kir.  Parlementerê HDP’ê yê Mêrdînê Tuma Çelîk, Namzetên hevşaredar ên HDP’ê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Fîgen Altindag û Ahmet Turk, Nametên hevşaredar ên HDP’ê yên navçeya Mehsertê Turkan Bakir û Cuma Tuğay, rêvenbirên HDP û DBP’ê û gelek welatî tevlî vekirina buroya hilbijartinê bûn.   Girse piştre hat ber buroya hilbijartinê. Vekirina buroya hilbijartinê de axaftin hatin kirin. Di serî de namzeta HDP'ê  hevşardariya Mehsertê Turkan Bakir axaftin kir. Turkan, anî ziman ku ji bo şaredariyên xwe ji qeyûman paşve bigirin dê bi rihekî mezin bixebitin û wiha got: “Em ê 24 saetan bixebitin û li qadan bin. Em ê bi hemû hêza xwe biserkevin.  Wan çawa ku şaredariyên me ji destê me girtin em ê dîsa bi wê rengî ji destê wan bigirin. Em ji vir ji qayimê re dibêjin ku walîzê xwe kom bikin û biçin. Em dibêjin Mehsertê ya me.”   ‘Mehsertê ya me ye’   Namzetê HDP'ê ya Hevşaredariya Mehsertê Cuma Tuğay jî soz da gelê Mehsertê ku dê xizmetek mezin ji bo gel bikin û got Mehsertê ya wan e.   ‘Vîna gel kirine bin hîpoteka xwe’   Piştî Cuma, Namzetê Hevşaredariya HDP’ê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk axaftin kir. Ahmet, anî ziman ku li pêşiya wan dîsa hilbijartinek heremî heye û da zanîn ku ev hilbijartin ne bi tenê hilbijartineke heremî ye ji bo azadî, aştî û demokrasiyê ava bikin gaveke girîng e û ev tişt got: “Dema mirov li Tirkiyeyê dinêre mirov bêedaletî û bêhiqûqiyê dibîne. Maf û azadî rakirine esqiyê , polîtîqayên zilm û tundiyê gihîtine lutkeyê.  Li ser gelê me lîstik tên lîstin. Em li ser vê axê hemû xweşk û bira ne. Em hemû wekhev in. Em ê di salên pêşiya me de bi hezaran salan wek xwişk û bira bijîn."   ‘Em ê hesab ji wan bipirsin’   Herî dawî Parlementerê HDP’ê yê Mêrdînê Tuma Çelîk axaftinek kurt kir û bang li gel kir ku tevlî xebatên hilbihartinê bibin, bi coşeke mezin bixebitin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ê di hilbijartinê de bi tenê şaredariyan hilbijêrin. Em ji we dixwazin ku roja hilbijartinê kesên ku dest danîne ser vîna me û hebûna me tune hesibandine  hesap ji wan bipirsin. Em jî soz didin ku di 31’ê Adarê de hesabê ji wan bipirsin.”   Piştî axaftinan qurdaleya buroya hilbijartinê hat birîn û buroya hilbijartinê bi dirûşman hat vekirin.