'Ez ne kurd im lê dizanim ku wê ev têkoşîn bi ser keve' 2019-02-22 10:42:19   AMED - Dayika Aştiyê ya Stenbolê Zeynep Calihan, diyar kir ku du zarokên wê di girtîgehê de ne,  got; "Ez jinek tirk im lê di têkoşîna azadiyê ya ya kurd de cih digirim. Wê ev têkoşîn bi ser keve."   Serdanên ji bo Hevseroka Kongreya Civaka Demok û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di roja 107'an de di grevê de ye berdewam dikin. Di çarçoveya van serdanan de Dayikên Aştiyê jî çûn serdana Leylayê. Ji van dayikan yek jê jî Dayika Aşiyê ya Stenbolê Zeynep Calihan bû.    Zeynep a ku endma Meclisa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê ye, diyar kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan sûcê mirovahiyê ye û divê ku demildest bê bidawîkirin. Zeynepê anî ziman ku têkoşîna li dijî tecrîdê di cih de ye û ji bûyerên neyînî ku di vê çalakiyê de pêk bên jî AKP berpirsiyar e.   'Baweriya me bi hiqûqê tune ye'   Zeynek got ku tecrîd li dijî kê dibe bila bibe sûcê mirovahiyê ye û hikûmeta ku li dijî çalakiya greva birçîbûnê bêdengiya xwe diparêze  rexne kir.  Zeynep wiha berdewam kir: "Ev ne hiqûq û ne jî heq e. Êdî baweriya me bi hiqûqê nemaye. Em heq û hiqûqa rast dixwazin.  Em naxwazin ku zarokên me bimirin. 2 zarokên min di girtîgehê de ne lê ez hemû berxwedêran wekî zarokên xwe dibînim.  Ez îro ji bo ku pitgiriyê bidim Leyla û berxwedêrên din ên di grevê de li vir im. Bila hikûmet êdî bêdengiya xwe biqedîne.    Zeynebê herî dawî, diyar kir ku ew ne jineke kurd lê di nava têkoşîna kurd de cih digre û got; "Ev têkoşînek di cih de ye û teqez em ê bi ser kevin."