Desteya Ciwanan bi çalakiyekê piştgiriya xwe ji Leyla Guven re nîşan dan 2019-02-21 16:24:34   QAMIŞLO - Desteya Ciwanên Werzîşê bi çalakiyekê piştgiriya xwe ji Leyla Guven re nîşan da, û Tecrîda ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir.   Li stadiyoma 12'ê Adarê ya bajarê Qamişlo bi pêşengtiya Desteya Ciwanên werzişê bi armanca piştevaniya çalakiya Leyla Guven,çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiyê de navê Abdullah Ocalan  ji hêla lîstikvanên werzîşê ve hate xêz kirin, her wiha lîstikvanan tevgerê Tekwando pêşkêş kirin. Lîstikvanan cilên ku wêneyên Leyla Guven li ser bûn li xwe kirin.   Paşê Hevseroka Desteya Ciwanan Hemrîn Elî axivî, Hemrînê tevahî tekoşerên azadiyê bi bîr anî û got:" Em çiqas çalakiyan li dar bixin kêm e, divê her roj bi hev re em bi çalakiyan piştgriya Leyla bikin û tecrîda li ser Rêber Ocalan bişkînin."   Çalakî bi firandina Nepoxên ku wêneyên Abdullah Ocalan li ser bûn, bi dawî bû.