Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn bi nirxandina rewşa siyasî dewam dike 2019-02-21 09:43:26   KOBANÊ - 2’emîn Konferansa ciwanên Rojhilata Navîn ku bi dirûşmeya “Bi Pêşengtiya Ciwanan ber Bi Rojhilata Navînek Pir reng û demokratîk ve" dest pê kiribû bi nirxandina rewşa siyasî dewam dike.   2’emîn konferansa ciwanên Rojhilata Navîn ku di bin dirûşmeya “Bi Pêşengtiya Ciwanan ber bi Rojhilata Navînek Pir reng û demokratîk ve”  di beşê nîqaşê de li ser navê ciwanên Sûriyê Harûn Apoyî  ev axavtin hatin kirin:  “Ev konferans gaveke dîrokî ye ku kombûneke ewqasî mezin hat kirin.”   Paşê jî ji aliyê tevgera jinên mexmûrî ŞîlanTunk, bi navê ciwanên Filistînê Nadiya Semûr axavtin hatin kirin. Her wiha bi navê ciwanên her çar parçeyên Kurdistanê Bêrîtan Asiya, Beşîr Hisên, Mecît Xidir û bi nave yekîtiya jinên ciwan a Bakûr û Rojhilatê sûriyê Ferîda Nesan 2’emîn Konferansa ciwanên Rojhilata Navîn pîroz kirin.   Paştî axaftina sînevîzyon di  derbarê serhildanên li Rojhilata Navîn hatin li darxistin. Piştî sînevîzyonê hevseroka fedresyona Bakuriyê Sûriyê Fozê Yûsif axivî wiha got: "Ji dîrokê  heta niha çima her agir bi ser gelê azadîxwaz ve gur kirin. Lê tevî van agiran  jî gelê ku xwedî li azadiya xwe û gelê xwe derdikeve, her tim tekoşîna berxwedanê kirin û ev berxwedanî jî îro encama xwe li berçavan e, ku ji gelek dewlet û pêkhateyan ciwan li hevdu kom bûne."