‘Nikarim pariyek xwarin bixwim, hişê min her tim li ser kurê min e’ 2019-02-21 09:16:08   Rengîn Azîzoglu   STENBOL - Îsmet Taş ku 11 sale di girtîgehê de ye, di roja 48’emîn greva xwe ya birçînbûnê de ye. Dayika wî Xezal Taş ji bo girtiyan bang kir ku divê zêdetir deng bê derxistin û wiha got: “Ez pariyek xwarin nikarim bixwim. Kurê min tê bîra min. Bila Kurd li mala xwe rûnen in, derkevin kolanan.”   Çalakiya Greva birçîbûnê ya Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku bi armanca şikandina tecrîda li ser Abdullah Ocalan dabû destpêkirin ket roja 106’an. Her wiha li girtîgehên cuda jî grev hatibûn destpêkirin û ew jî didomin.   Îsmet Taş ê li Girtîgeha Tîpa F ya Hejmara 2'yan a Tekîrdagê ye, di roja 48’emîn grevê de ye. Îsmet ku di 1989’an de hatiye dinê 11 sale di girtîgehê de ye. Îsmet li navçeya Pasînler a Erziromê hatiye dinê û heta pola 5’an dibistana seretayî xwendiye. Îsmet ji ber rewşa aborî ya malbatê di temenê biçûk de di lokanteyê de dixebite. Di 16 salî de malbata wî koçî Stenbolê dike, li vir siyasetê nas dike.   ‘Di 2012’an de 40 rojan di grevê de ma’   Dayika wî Xezal Taş da zanîn ku wan demek dirêj ji Îsmet agahî negirtine û got di 2008’an de hîn bûne ku li Colemêrgê hatiye girtin û wiha got: “Em bi israra Îsmet li Stenbolê bi cih bûn. Ev 15 sale em li Stenbolê dijîn. Em çûn 3 mehên me qedya Îsmet tevlî têkoşînê bû. Li Colemêrgê hat girtin. Demeke dirêj me nizanibû birine ku derê. Piştre em hîn bûn ku li Girtîgeha Wanê ye. Rastî îşkence û zextên giran hatibû. Demekê li Muşê girtî ma, dîsa birin Wanê, ji wir jî surgunê Sîncanê kirin. Ev 2 sale jî li Tekîrdagê girtiye. 11 sale girtiye. Berê jî tevlî grevên birçîbûnê bû. Di 2012’an de jî 40 rojan di greva birçîbûnê de ma.”   ‘Rastî binpêkirinên mafan tê’   Xezalê destnîşan kir Îsmet li girtîgehan her tim rastî pêkanînên xerab hatiye û wiha pê de çû: “Li girtîgeha Tekîrdagê 2-3 mehe rastî pêkanîn û binpêkirinên mafan hat. Ava germ nadinê. Bi ser koguşan de digirin, alav û pirtûkên wan digirin. Pirtûkan nadin. Îsmet tu car behsa van nedikir.”   ‘Xew nakeve çavên min’   Xezalê wiha dirêjê da axaftina xwe: “Me di roja 7’ê greva birçîbûnê de hevdîtina telefonê pêk anî û li wir em hîn bûn ku ketiye grevê. Em gelek xemgîn bûn. Xew neket çavên me. Me got em jî dikevin grevê, wî di telefonê de got nekevên. Got ‘min dest ji canê xwe berdaye hûn vê nekin’. Zarokên mirovan kezeba mirovan e. Ez nikarim tiştekî bixwim. Nikarim avê vexwin. Kurê min di bîra min de ye. Ez ber hemûyan dikevim, hemû zarokên min in.”   ‘Vê fedekariyê ji bo me dikin’   Xezalê bi lêv kir ku ew canê xwe ji bo Abdullah Ocalan û wan feda dikin û ev tişt anî ziman: “Divê zêdetir deng bê derxistin. Divê Kurd li mala xwe rûnenên. Dakevin kolanan. Em malbatên girtiyan dixwazin ku mafên me bidin me û dawî li grevê bê anîn. Îsmet di telefonê de moralê wî gelek bilind e. Her cara telefon dike dibêje li malê nemînin dakevin kolanan. Tu car gazinc nake. Her tim hêviyê dide. Di wê rewşê de hîna ew min dilxweş dike.”   ‘Roj ne roja sekinandinê ye’   Xizmê wî Sadik Tugul jî behsa binpêkirinên mafan ên li girtîgehan kir û wiha pê de çû: “Nahêlin derkevin qadên hevpar. Pirtûkên wan kom dikin. Alavên wan ên taybet tên desteserkirin. Rojnameyê nadin. Nabin nexweşxaneyê. Nikarin biçin cem îdareya girtîgehê. Me daxwaznameya da îdareyê lê îdareyê nehişt em hevdîtinê bikin. Rewş û moralê Îsmet baş e. Baweriya wî ya bi azadiyê tam e. Dibêje wê ev tecrîd bê şikandin. Ji bo hemû hevalên wî yên têkoşînê silavên wî heye.”