ROJEVA 21'Ê SIBATA 2019'AN 2019-02-21 09:00:00   *Li Tirkiyeyê bi salane ziman tên pişavtin û bindestkirin. Herî zêde jî ji vê yekê zimanê kurdî para xwe digire. Bi hatina 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Navnetewî namzeta HDP’ê ya navçeya Dîgorê û ku di heman demê de nivîskar û  mamosteya kurdî ye Gûljîn Kaya êrîş û polîtikayên qeyûman yên li ser zimanê kurdî nirxand. BI DÎMEN   *Dayikên Mêrdînê di derbarê 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cihanê axivîn û gotin ku îktîdara tirk li dijî zimanê kurdî êrîş daye despê kirin û ev tişt gotin: “Divê em di malên xwe de bi zimanê kurdî bi zarokên xwe re biaxivin. Divê em malên xwe bikin dibistan.”BI DÎMEN   *Îsmet Taş ku 11 sale di girtîgehê de ye, di roja 48’emîn greva xwe ya birçînbûnê de ye. Dayika wî Xezal Taş ji bo girtiyan bang kir ku divê zêdetir deng bê derxistin û wiha got: “Ez pariyek xwarin nikarim bixwim. Kurê min tê bîra min. Bila Kurd li mala xwe rûnen in, derkevin kolanan.”   *Keşîşxaneya Mor Yakup a li Nisêbînê ku wek zanîngeha yekem a cîhanê derket holê, stûnên wê yên ketinê li pişt têlên sînor ma.   *Serpîl Kemalbay a HDP’î diyar kir ku di bin êrîşên tifaqa AKP-MHP yên li hemberî parlamenterên HDP’ê de sûcdarî û bêçaretî heye û wiha got: “Dizanin ku di pêngavek biçûk de wê têk biçin. Ji ber hesabê sûcên li hemberî gel êdî nayê kirin. Dizanin wê hesabê vê bê pirsîn. Bi van fikaran bi hemû derfetên dewletê dixwazin HDP’ê bê bandor bihêlin.”BI DÎMEN   *Komîsyona Jinan a DÎSK’ê, derbarê jinan de ji bo wekheviya pozîtîk xebata rêziknameya nû dimeşîne. Di xebata rêziknameyê de ku bi piştevaniya di asta navneteweyî de tê meşandin de, xalên girîng ên weke kota jinê, butçeya jinê, destûra regilê û rojê 6 saet xebat cih digire. BI DÎMEN   *Li Taxa Ben û Sen a navçeya Yenîşehîr a Amedê Dibistana Seretayî ya Turgut Ozal bi roj wek dibistan û bi şev jî ji aliyê polîsan ve wek qerekol tê bikaranîn. Dîwarê wê bi vînçê hatiye honandin û zarokên bi navê Ayaz Ozdemîr û Furkan Oner ên 6 salî bin bloka betona wê de man û jiyana xwe ji dest dan. Di doza der barê bûyerê de biryar hat dayîn ku Wezareta Karê Hundir 180 hezar TL tazmînatê bide malbata Furkan Oner.    *Helbestkar Bêrîvan Zînzal derbarê 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de da zanîn ku mirov hînî çend zimanan bibe jî bi zimanê dayika xwe dijî, êşên xwe û hestên xwe yên kûr bi zimanê dayika xwe nîşan dide û got:"Jiyan bi jinê li ser linga dimîne û bi destên jinê dixemile. Ziman xeml û kincên jinê ye. Jin zêdebûn e, bereket e, ax e, mal e û dayik e. Xweşî û nexweşiyên civakê li ser zimanê jinê kom dibin. Dayik di siberoj û pêşketina ziman de rol û model e."