Jinên Ciwan: Wê konferans bibe çareseriya tevahî pirsgirêkan 2019-02-20 18:18:28   KOBANÊ - Jinên Ciwan ku tevlî 2'emîn Konferansê Ciwanên Rojhelata Navîn bûne, ji ajansa me re axivîn, û gotin:"Em hêvî dikin ku ev gavên mezin û dîrokî yên di vê konferansê de bibin çareseriya tevahî pirsgirêkên rojhelata navîn."   Jinên ciwan ku ji çar parçeyên Kurdistanê  tevlî 2'emîn Konferasn Ciwanên Rojhelata navîn a li Navenda Çand û Hunerê ya Bakî Xudo a li Kobanê bûn,  nerînên xwe anîn ziman.   Endama Komîteya Amedekar ya Konferansê Êva Îsa diyar kir ku di sala 2015'an de konferansê 1'emîn ya Ciwanên Rojhelata Navîn li bakurê Kurdistanê li Amedê hat li darxistin û wiha got:" Di konferansa 1'emîn de koordînasiyon hat avakirin. Di wir de biriyara konferansa duyemîn ku li rojavayê Kurdistanê bi beşdarbûna hemû ciwanên Rojhelata Navîn bê li dar xisitn hat dayîn.  Ji ber ku heta niha herî zêde Rêber Abdullah Ocelan behsa kirîz û koletiya jinê di Rojhilata navîn de dike,  em ê di vê konferansa xwe de hemû nîqaşê li ser Rojhilata Navîn bikin."   Hêviya me ji vê Konferansê çareserî ye    Her wiha li ser navê delegeyên ji Dêrezorê jî Lîna Ehmed axivî û ev tişt got:" Em vê konferansê li Rêber Apo û tevahî ciwanan pîroz dikin,  Gaveke  girîng û dîrokî ye. Ev kombûna ciwanên ji gelek pêkhateyan û bi taybet ji bo gelê ereb û kurd  ku di bin deshiladariya çeteyên DAÎŞ`ê re derbas bûne gelek girîng e. Em hêvî dikin ku di vê Konferansê de hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn bên çaresekirin."