Leyla Guven ji Konferansa Ciwanan re peyam şand 2019-02-20 16:18:59   KOBANÊ - Leyla Guven ji 2'emîn  Konferansa Ciwanana Rojhilata Navîn re  peyam şand û wiha got: "Eniya hevpara a têkoşînê ku di pêşengiya ciwanan de tê avakirin her dem di be aliyê ku bi ser dikeve. Ez careke din dibêjim ku bi bawerî û îradeya xwe û bi hêza ku em ji we rêhevalên xwe digirin  em ê di vê berxwedana xwe de jî bi ser kevin."   2'emîn Konferansa Ciwanên Rojhilata navîn ku bi dirûşma "Rojhilateke Navîn a rengîn û demokratîk" li Kobanê hat destpêkirin berdewam dike. Ji bo Konferansa ku li Navenda Çandê a Bakî Xudo tê lidarxistin Hevseroka Kongreya Civaka Demokrtîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li Îmraliyê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê di roja 105'emîn de berdewam dike peyamek şand.    Peyama Leyla Guven wiha ye:   Rûyên ronak ku li Rojava, têkoşîna şoreşê yên gelên Rojhilata Navîn û cîhanê bi lehengî dimeşînin, merhaba... Her hevaleke/î ciwan û Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navînê ya Duyemîn silav dikim û di vê pêvajoya dijwar û dîrokî de baweriya xwe ya bi hev re gihîştina serketinê dubare dikim.    Wê ciwan hesap bipirsin   Wek hûn jî dizanin, Birêz Ocalan, bi komployeke navneteweyî radestî Tirkiyeyê hate kirin. Statuyek taybet a girtîgeha Îmraliyê heye û pergaleke ku dadmendiya hundirîn û dadmendiya gerdûnî jî li wir bê erk e û bê fonksiyon e. Ji aliyê kê ve tê rêvebirin ew jî ne zelal e. Bêguman di demên pêş de hinek mijar bi hinek aliyên xwe ve hîn zelaltir wê bibe. Ji xwe Birêz Ocalan, di nava 20 salan a dîlbûna xwe de vê pergalê bi hinek aliyên wê re eşkere kiriye û derxistiye holê. Di serî de ciwan, gelên Rojhilata Navîn, bi têkoşînek demokratîk re wê hesab ji vê rewşê wê bipirsin.    Birêz Ocalan nasnameyek polîtîk e   Hevrêyên ciwan ên delal; Birêz Ocalan, nasnameyeke polîtîk e. Dewleta Tirk û hêzên navneteweyî, baş dizanin ku Birêz Ocalan bi gotinên xwe ve û bi peyamên xwe ve rojeva gelên Rojhilata Navînê diyar dike; ji ber vê yekê li ser Birêz Ocalan tecrîdeke giran pêk tînin û vê didomînin jî. Birêz Ocalan, di avakirina aştiyê de xwedî risteke girîng e. Û vê jî bi azmayîşên xwe yên teorîk û pratîkê bi zêdeyî peyîtandiye. Ji ber vê yekê jî di serî de ciwanên Rojhilata Navîn, hemû gelên Rojhilata Navîn ji vê rastiyê haydar in; pêdiviya me bi Birêz Ocalan heye. Peyamên ku ji Birêz Ocalan wê bê, li Rojhilata Navînê wê bibin temînata aştiyek mayînde. Daxwaza min û daxwazên hevrêyên min, di demek kin de qedandina tecrîda girankirî ye. Xwesteka me, xwestekek hiquqî û rewa ye. Heke sererastkirina vê rewşê hewcedariya berdêldayînê jî hebe, em amade ne ku vê berdêlê jî bidin.    Em ê bi ser kevin   Ciwanên delal; konferansa ku hûn li xaka Rojava ya hêja pêk tînin, watedar e û girîng e. Li xaka ku şoreş aj dide kombûyîna ciwanan, ez bawer im ku hemerkiyek baş wê biafirîne. Şoreşa Rojava, şoreşa jinê ye. Hişyarî û asta bîreweriyê ku jin derxistine holê, bi pêşengiya jinên ciwan re ji gelên Rojhilata Navîn re wê bibe mînak.   Berxwedana Kobanê nîşana serkeftinê ye    Hevrêyên min; bi pêşengiya ciwanan gelên berxwedêr, heya dawiyê têkoşîna azadiyê û demokrasiyê wê bimeşînin. Em, gelek caran di têkoşînên dijwar de serketî ne; ne hewceye ku li demên boriyê binêrin, bi tenê li serketina Kobanê binêrin bes e. Her û her eniyên têkoşînê ku gelan, bi pêşengiya ciwanan dane avakirin, serketî ne. Ez dixwazim bêjim ku bi baweriya me, vîna me û hêza ku me ji hevrêyên ciwan girtiyê re em ê dîsa berxwedana xwe bigihînin serketinê.    Dixwazim bêjim ku em rasteqîniya jiyana ku di oxira wê de dikarin bimirin e û di vê oxirê de dikarin mirinê ji dil hembêz bikin jî. Hûn wek ciwan, di van rojên berxwedanê de ji bo şikandina tecrîdê, dizanim ku têkoşînê mezin bikin. Bi baweriya xwe ya serketinê re dîsa Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navînê ya Duyemîn silav dikim û dilên we yên şoreşger jî bi germahiya rêhevaltiyê hembêz dikim.