Li Dêrika Rojava 100 çalakvan ketin greva birçîbûnê 2019-02-20 12:36:18   QAMIŞLO - Bi dirûşma "Bi rihê berxwedana zindana em ê tecrîdê hilweşînin" ji bo piştevaniya çalakiye Leyla Guven û girtiyên zindanan li Dêrikê 100 çalakvan ketin greva birçîbûnê.   Li bajarê Dêrikê yê girêdayî kantona Qamişlo bi pêşengtiye Kongreya Star, bi armanca piştevaniya çalakiya Leyla Guven û tevahî kesên di greva birçîbûnê de û ji bo şikdandina tecrîda li ser Rêber PKK'ê Abdullah Ocalan 100 çalakvan ketin greva birçîbûnê, ji wan 70 jin in. Konê grevê li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan hat vedan û bi wêneyê Abdullah Ocalan û Leyla Guven, Nasir Yagiz hat xemilandin.   Ev çalakî dê 3 rojan bidome, di roja yekem dê herêmêmn Koçerata Çalakiyê bikin, paşê her roj çalakvan dê werin guhertin. Di roja duyem de wê herêmên ber avê çalakiyê bidomînin, her wiha roja dawiyê wê çalkvanên bajarê Dêrikê tevlî bibin.   Berî ku çalekvan dest bi çalakiya xwe bikin deqeyek rêz hat girtin. Paşê daxuyanî ji aliyê Endama  Kongreya Star a bajarê Dêrikê Wesfê Mûrad ve hat xwendin.   Leyla jina kurd a pêşeng heyecana Şoreşê di dilê her jinek kurd de  geş kir   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:" Ev 40 salin mîmarê azadiyê Rêber Apo tekoşîn ji bo gelê kurd daye meşandin, ji bo wê jî em çiqas di şexsê Rêber Apo de çalakiyên xwe bidin meşandin hîn jî kêm e. Tecrîda ku li ser Rêbertî tê meşandin tu wijdanên mirovahiyê qebûl nakin. Wekî em dibînin hîn jî hêzin ku naxwezin aştî li cîhanê pêk bê Rêberê me tecrîd dikin. Çalakiye jina pêşeng Leyla heyecana şoreşê di dilê her jineke kurd  de geş kir ku careke din jina kurd asta xweyî rêxistinbûyînê derdixîne pêş û eşqa xwe ji azadiyê re mayinde dike. Careke din em dibêjin çalakiyên me wê berdewam bin heta daxwaza Leyla û tevahî gelê kurd pêk were û Rêberê me azad bibe."   Piştî daxuyaniyê çalakvan derbasî konê greva birçîbûnê bûn.