2'emîn Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn dest pê kir 2019-02-20 12:29:07   KOBANÊ - 2'emîn Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn bi dirûşma "Bi Pêşengtiya Ciwanan ber Bi Rojhilata Navînek Pir reng û demokratîk ve" konfernsa  ciwanên rojhilata navîn dest pê kir.   2'emîn Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn li navenda Çand û Hûner a Baqî Xido ya Kantona Kobanê ya herêma Firatê dest pê kir. Ciwanên ji her çar parçeyên Kurdistanê, her wiha Tevgera Ciwanên Filistînê, ciwanên Tûnisê, Tevgera Xwendekarên Lubnanê, ciwanên Iraqê, ciwanên Lîbyayê û Tevgera Ciwanên Ermenî  li konferansê amede bûn.   Li Eywana Konferansê bi pankerta 'Em ê şoreşa hişmenidiyê bi têkbirina netewperestî û olperestiyê bi ser bixînin' hat daliqandin.   Konferans niha bi axaftina li ser navê Ciwanan a Harun Apoyî didome. Paşê wê partî û rêxstinên amade axaftinên xwe bikin. Her wiha piştî navbera nîvro wê sinevizyona derbarê serhildanên li Rojhilata Navîn bê temaşekirin.   Konferansa  Ciwanên Rojhilata Navîn dê sê rojan bidome û roja çaran wê li cihên dîrokê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê gerandin.