Çalakiya Leyla Guven di roja 105'an de berdewam dike 2019-02-20 11:20:52   AMED - Çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û ne dorveger a Leyla Guven ku li dijî tecîrda li Îmraliyê daye destpêkirin di roja 105'an de berdewam dike.    Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 105'an de berdewam dike. Leyla ya ku di 25'ê Çileyê de ji girtîgehê hat tahliyekirin çalakiya xwe li malê berdewam dike.   Parlamentera Îrlandayî çû serdana Leylayê   Leyla ya ku mudaxeleya tibî qebûl nake hat diyarkirin ku êdî di warê axaftinê de zahemetiyan dikişîne û gelek bê hal e.  Leyla ku ji aliyê gelek heyetên ewropî ve hat ziyaretkriin, duh jî li mala xwe ya ku di bin dorpêçê de ye ji aliyê parlamentera Îrlandayî ya Parlamentoya Ewropayê  Martîna Anderson  ve hat ziyaretkirin.  Martîna piştî ku çû serdana Leylayê  li ser hesabê xwe yê Twîtterê ev peyam parve kir: "Ez ji cem Leyla Guven a 55 Salî hem xemgîn û hem bi kelecan veqetiyam, lê li aliyekî jî min hêz jê girt. Min ew gelek bi hêz dît."    Piştevaniya bi leyla re berdewam dike     Leyla ji roja 8'ê Mijdara 2018'an ku dest bi çalakiyê kiriye ji wê rojê û virde piştevaniya bi çalakiya wê re jî berdewam dike û ji gelek deverên cîhanê , ronakbîr, nivîskar, siyasetmedar û akademîsyên jê re peyamên piştevaniyê dişînin.    Çalakiya  greva birçîbûnê berdewam dikin   Çalakiya koma greva birçîbûnê ya yekemmîn ku li girtîgehê bi heman armancê hat destpêkirin di roja 67'an de berdewam dike, ya Nûnerê HDP'ê yê Hwlêrê Nasir Yagiz di roja 92'an de, ya 14 çalakgerên li Strasbourgê ya Fransayê di roja 66'an de, ya Îmam Şîş ê li Gallerê di roja 66'an de, ya endama Meclisa Îştar ya li Mexmûrê Fadîle Tok di roja 32'emîn de, ya Hevseroka DBP'ê Sebahat Tuncel  û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê ya berê Selma Irmak jî di roja 37'an de berdewam dike.   Li girtîgehan her roj komên nû beşdarî çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem-dorneveger dibin.  Herî dawî ji girtîgeha Şakaranê 8 girtiyan diyar kir ku wan ji 15'ê sibatê û vir de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bê dorveger kirine.  Bi tevlibûnên herî dawî yên çalakiyê re hejmara kesên ku tevli çalakiya grevê bûne li girtîgehan 3 derbas kiriye, dibe ku ev hejmara zêdetir jî bibe. Ji aliyekî din ve jî greva birçîbûnê ya dorveger a li girtîgehan jî berdewam dike.