Gava yekem a sivîlên ku li Baxozê ji DAÎŞ'ê hatin rizgarkirin 2019-02-20 10:44:54   Ruhenda Amed   DÊRAZORÊ - Komek sivîlên ku li Baxozê ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatibûn dorpêçkirin hatin rizgarkirin.  Kêfxweşiya sivîlên ku gava yekemîn a ber bi azadiyê ve avêtin ji aliyê kameramana me ve hat kişandin.    Hemleya "Bagera Cizîrê" ku li Dêrazorê bi armanca qedandina çeteyan hatibû destpêkirin ber bi dawiyê ve diçe. Di çarçoveya  operasyona ku di pêşengiya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de hat destpêkirin duh li Baxozê komeke sivîl, bi rêya korîdora ewlehiyê ku hat avakirin ji destên çeteyan hatin rizgarkirin. Kêfxweşiya sivîlên ku gava yekemîn ber bi azdiyê ve avêtin ji aliyê nûçegîhana me ve hat parvekirin.    Sivîl wekî mertalên zindî tên bikaranîn   Herwiha li gorî agahiyên ku ji aliyê nûçegîhana me ve ji herêmê hatin ragihandin, hat diyarkirin ku çeteyên DAÎŞ'ê sivîlan ji bo xwe wekî mertalên zindî bi kar tînin û nahêlin ku ji korîdora ewlehiyê derbasî herêma ewle bibin.  Di nav agahiyên ku hatin bidestxistin de hat diyarkirin ku DAÎŞ'a sivîl girtine gel xwe qadek wekî kampê ava kiriye û ji ber ku li vê qadê ji ber sivîl hene êrîş nayê kirin çete li gorî kêfa xwe tevdigerin.   Li aliyekî din jî hat ragihandin ku sivîlên di destê DAÎŞ'ê de bi biçîbûnê re rûbirû ne û xwarineke ku bê xwarin çete nadin wan.