'Bêyî vexwendina MSD'ê dê tu çareserî ji krîza Sûriyeyê re neyê dîtin' 2019-02-20 09:33:34   Sorgul Şêxo   HESEKÊ - Endama Rêveberiya PYD'ê Xewla Ziyab derbarê civîna Soçiyê ya di navbera Tirkiye, Rûsya û Îranê de axivî û got:"Bêyî vexwendina MSD'ê dê tu çareserî ji krîza Sûriyeyê re neyê dîtin."   Derbarê civîna Soçiyê ya ku di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê de hat kirin Endama Rêveberiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Xewla Ziyab nêrînên xwe anî ziman û wiha got:"Sedema berdewamiya krîza Sûriyeyê dewletên Tirkiye, Rûsya û Îran in. Çimkî ew tenê di çarçoveya berjewendiyên xwe de vê civînê pêk tînin. Lê ji bo ev krîz bê çareserkirin divê nêrîn û fikrên gel jî girîng bê dîtin."   'Sedema talankirin û dagirkirina li Sûriyeyê Tirkiye, Rûsya û Îran e"   Xewlayê wiha got:"'Sedema talankirin û dagirkirina li Sûriyeyê Tirkiye, Rûsya û Îran e. Bi civîna Soçiyê dixwazin bînin ziman ku ew ji bo aramiya li Sûriyeyê dixebitin lê di pratîkê de ne wiha ye. Çeteyên OSO'yê îro li Efrînê pêkanînên dijmirovî didomînin. Ev yek jî bi destên Îran, Tirkiye û Rûsyayê tê kirin. Ji bo ev krîza li Sûriyeyê bi dawî bibe îradeya gelên Li Sûriyeyê ya azad girîng e. Divê gelên li Sûriyeyê bi îradeyek azad bikaribe derbarê siberoja xwe de xwedî biryar bin."   'Gelên li Sûriyeyê dijîn divê çarenûsa xwe bi destên xwe diyar bikin'   Xewlayê herî dawî wiha got:"Gelên li Sûriyeyê rûyên êrîşkar nas dikin. Gel li dijî kesên ku îrade û azadiya wan xesp dike bi bertek  in.  Gelên Sûriyeyê rûyê rast ê êrîşkar û komplogeran nas kir. Gel êdî xwe di hemû qadan de bi rêxistin kirine û hêza xwe ya leşkerî ava kirine. Mînaka wê QSD, YPG û YPJ ye. Gel xwedî biryar e ew ê çarenûsa xwe diyar bikin. Rûsya, Îran û Tirkiyê dixwazin xwe wekî riya xilasiyê bidin nîşandan. Gelo çima MSD venexwendin civîna xwe? Mirov dikare vê binirxîne ku ew dil nakin ku kirîza Sûriyeyê çareser bibe, tenê gotinên wan li ser rûpelan in. Projeya Netewa Demokratîk wekî xeteriyekê li ser dewletên xwe dibînin lê ew dermanê çareseriya kirîza Sûriyeyê ye."