Têkoşîna jiyanê ya Mehfûzeyê 2019-02-20 09:08:58   Şêrîn Zêrevan    QAMIŞLO - Jina bi navê Mehfûze Elî bi tena serê xwe têkoşîna jiyanê daye, 5 keçên xwe bi keda destên xwe tevî hemû zehmetiyan daye xwendin û niha jî têkoşîna xwe didomîne. Mehfûzeyê dibêje:"Jiyan her çiqas dijwar be jî bi têkoşîna ji dil mirov dikare li ser piyên xwe bisekine."   Mehfûze Elî ya 45 salî û li Taxa Cûdî ya Qamişloyê dijî piştî ku hevserê wê di 2012'an de jiyana xwe ji dest dide mecbûr dimîne ku bi keda destên xwe tenê li ser piyên xwe bimîne. Mehfûzeyê tena serê xwe tevî hemû  zehmetiyan 5 keçên xwe dide xwendin. Mehfûzeyê da zanîn ku ew gelekî kêfxweş e ku li ser piyên xwe dimîne û got:"Ez ji hemû jinan re pêşniyar dikim ku dev ji têkoşîna jiyanê bernedin da ku mecbûrî tu kesî nebin."   'Ji ber ku aboriya me ne baş bû me gelek zehmetî kişand'   Mehfûzeyê wiha got:"Ez di 19 saliya xwe de zewicîm. Piştî 17 salan hevjînê min bi nexweşiyê ket û  jiyana xwe ji dest da. Ez mecbûr mam ku 5 keçên xwe tena serê xwe xwedî bikim. Ji ber ku aboriya me ne baş bû me gelek zehmetî kişand. Lê tevî hemû zehmetiyan her 5 keçên min jî xwendin. Dema ku keçên min dixwendin ez bi hêztir dibûm. Keçên min gelek serkeftî ne. Min rojên gelek zehmet kişandin, lê kêfxweş im ku wê keçên min pêşerojek xweş bijîn."   'Ez rojên xwe yên dijwar qet ji bîr nakim'   Mehfûzeyê herî dawî wiha got:"Ez rojên xwe yên dijwar qet ji bîr nakim. Lê ji ber ku  min li berxwe da û niha jî rewşa min baş e ez gelek bextewar im. Jiyan her çiqas dijwar be jî bi têkoşîna ji dil mirov dikare li ser piyên xwe bisekine. Ez ji hemû jinan re pêşniyar dikim ku dev ji têkoşîna jiyanê bernedin da ku mecbûrî tu kesî nebin."