Hevseroka DBP'ê ya Şirnexê Ayşe Altay hat girtin 2019-02-19 16:39:31   ŞIRNEX - Hevseroka DBP'ê ya Şirnexê Ayşe Altay piştî derxisitn dadgehê hat girtin.    Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Şirnexê Ayşe Altay serê sibehê hatibû binçavkirin. Ayşe ya ku ku dema çû serdana xizmê xwe yê li Girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê hat binçavkirin piştî îfadeya wê ya li emniyetê derxistin dadgehê û hat girtin.    Heyeta dadgehê ji bo girtina Ayşeyê îfadeya 2 şahidên veşarî hincet nîşan da û bi îdaya  Ayşe "Endama rêxistinê ye" biryara girtina wê da. Hat diyarkirin ku Ayşe ya hat girtin şandin Girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê.