Heyeta Çavdêriya Greva Birçîbûnê: Em ê şopdarên pêvajoyê bin 2019-02-19 15:24:34   STENBOL - Heyeta Çavdêriya Greva Birçîbûnê li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê serdana gitiyên di grevê de kir. Heyeta ku piştî serdanê xwest li ber gitîgehê daxuyaniyê bide ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Lê li gel astengkirinê jî Seroka ÎHD'a Stenbolê ku di heyetê de cih digire Gulseren Yolerî, diyar kir ku ew ê şopdarên pêvajoyê bin.    Heyeta Çavdêriya Greva Birçîbûnê ku Seroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê Gulseren Yolerî,  Endamê Lijineya Rêveberiyê ya Odeya Tabîban a Stenbolê Murat Ekmez, Serokê şaxa SES'ê yê Anadoluyê  Erdal Guzel û Nûnerê Weqfa Mafên Mirovan a Stenbolê  Umît Efe tê de cih digirin li Girtîgeha Bakirkoyê ya Jinan gitiyên di greva birçîbûnê de ziyaret kirin. Heyeta ku piştî serdanê xwest li ber girtîgehê daxuyaniyê bide ji aliyê polîsan ve hat astengkirin.    Li gel qedexeyê Murat Ekmez ê ku di heyetê de cih girt daxuyanî da û got ku wan li ser serlêdana girtiyên di greva birçîbûnê de ev serlêdan kirine.  Murat anî ziman ku wekî heyeta çavdêriyê ji bo pirsgirêkên li girtîgehê serî li Mudurê Girtîgeha Bakirkoyê û dozgeriya berpirsiyar dane û wiha berdewam kir: "Daxwaza me ya hevdîtinê ji Wezareta Dadê re hat ragihandin. Lê îro dîsa em li gel belgeyên xwe hatin û me daxwaza hevîdtinê kir.  Lê destûr nehat dayîn. Em ê 10 rojan li bendî bersîva wezareta dadî bin.   'Ji bo kontrolê problem tê derxistin'   Seroka ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî jî diyar kir ku li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê 6 girtî di greva birçîbunê de ne û wiha got: "Em ji 6 girtiyên di grevê de tenê bi 4 kesan re hatin cem hev. 6 girtî 64 rojin di grevê de ne. Girtiyan diyar kirin ku nêzîkatiya rêveberiya girtîgehê ya li hemberi wan bi gelemperî ne neyînî ye û wiha got: "Lê divê rojane hekîm biçin wan kontrol bikin. Hekîm rojane naçin wan kontrol nakin. Ev pirsgirêk e. Bi taybetî Esma Başkale tansiyonê wê zêde ne. Zêde kîlo winda kirine. Ji ber vê yekê divê di milê tibbî de hin tedbir bên stendin. Lê di vê mijarê de ji ber ku me nekarîbû bi hekîmê girtîgehe re hevditin bikin em nizanin tedbîrên çawa distîne."    'Em ê vê pêvajoyê bişopînin'   Gulseren anî ziman ku wekî heyetê dê tenê bi ziyareta Bakirkoyê xwe bi sînor nekin û hemû girtiyên li Girtigehên herêma Marmarayê re hevdîtin pêk bînin.    Gulseren, herî dawî destnîşan kir ku wekî heyet ji bo bi Wezareta Dadê re hevdîtin bikin dê hewldanên xwe berdewam bikin.