Buroya Wanê: Divê mantaliteya îşkenceyê ya dewletê bê guhertin 2019-02-19 15:20:33   WAN - Baroya Wanê ji bo sê zarokên bi îşkenceyê rû bi rû man û ji bo grevên birçîbûnê de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ew dev ji doza îşkenceyê bernedin û hat gotin  ku dive dewlet berpirsiyariya xwe ya ji bo grevên birçîbûnê binê cih.    Di 15'ê Sibatê de li Kuçeya Xoçorta Wanê 11 zarok hatibûn binçavkirin û jê 3 zarok di bin çavan de li Muduriyeta Şaxa Asayişa Wanê bi îşkenceyê rû bi rû mabûn. Zarokên ku hatin îşkencekirin piştre serbest hatin berdan. Serokê Baroya Wanê Zulkuf Uçar da zanîn ku zarokên bi îşkenceyê rû bi rû mane serîlêdana sûc kirine. Zulkuf da zanîn ku çi ji destên  wan were ew ê bikin.    'Di dosyayê de pêşketin tune ye'   Zulkuf anî ziman ku wan wekî baroyê bi komisyonan hereket kirine û  piştre îşkence diyar bûye serîlêdana sûc kirine. Zulkuf wiha got:"Di dosyaya derbarê zarokan de pêşketin tune ye. Em ê destûrê nedin ku lêpirsîn bi dawî bibe. Zarokan di warê derûniyê de bi zextên mezin rû bi rû mane. Divê mantaliteya îşkenceyê ya dewletê bê guhertin. Em wekî baro li dijî îşkenceyên dijmirovî sekinîn  û  em ê bisekinin."   'Hejmara çalakiyên greva birçîbûnê didome'   Her wiha derbarê çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven de Odaya Tabîbê ya Wan-Colemêrg, ÎHD, THIV,  OHP, THAY-DER'ê daxuyanî dan.    Alîkarê Serokatiya Baroya Wanê Parêzer Hamza Çiftçi daxuyanî xwend û wiha got:"Heta îro ji bo greva birçîbûnê bi dawî bibe îktarê gavek berbiçav neavêtiye. Loma hejmara grevên birçîbûnê her ku diçe zêde dibe. Divê daxwazên kesên di grev birçîbûnê de ne bi cih were. Ev berpirsiyariya îktidarê ye. Heta ku encamên xirab neyê bidestxistin, divê îktidar berpirsiyariya xwe bi cih bîne."