Jinên Şengalê: QSD'ê tola me hilda 2019-02-19 12:31:41   DelilaAxin / Vîyan Said   ŞEHBA - QSD'ê di daxuyaniya ku dabû anîbû ziman ku di demeke nêz de dê DAÎŞ biqede. Derbarê daxuyaniya QSD'ê jinên Kurd ên Êzidî axivîn û gotin:"DAÎŞ'ê bi hezaran jinên Êzidî qetil kir, firot û îşkence kir. Em îro gelek kêfxweş in ku dê DAÎŞ bi dawî bibe."   QSD'ê di daxuyaniya ku dabû anîbû ziman ku di demeke nêz de dê DAÎŞ biqede. Derbarê daxuyaniya QSD'ê jinên Kurd ên Êzidî axivîn û gotin:"QSD'ê tola me hilda. Em li hêviya vê rojê bûn. Em gelekî kêfxweş in."   Di serîda jina bi navê Perîşan Şemo got : “Em bi daxuyaniya  ku QSD’ê daye gelek kefxweş bûn. Ji ber ku ev ji bo me mizgîniya xêrê ye. Em gelek spas dikin ji bo QSD'ê. QSD'ê gelek Êzidî rizgar kir. Ev rûmeteke girahbiha ye."    Jina bi navê Edlan Şemo jî wiha hestên xwe anî ziman:"Di demeke nêz de dê mizginiya xêrê  ji me re bê. Em bi berxwedana QSD'ê ya li dijî DAÎŞ'ê serbilind in. DAÎŞ'ê bi hezaran jinên Êzidî qetil kir, firot û îşkence kir. Em îro gelek kêfxweş in ku dê DAÎŞ bi dawî bibe.QSD'ê tola me hilda. Em li hêviya vê rojê bûn. Em gelekî kêfxweş in."