Jinên ku li Efrînê hatine revandin agahî ji wan nayê girtin 2019-02-19 11:07:14   EFRÎN - Hat hînbûn ku jina bi navê Leyla Qebelan ji aliyê komên li Efrînê hatiye binçavkirin û nayê zanîn ku Leyla bi ku de birine.    Ji Efrîna ku di bin kontrola Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û komên girêdayî wê de ne agahiyên revandin, binçavkirin û girtinê tên bidestxistin Herî dawî hat hînbûn ku Leyla Qeleban a ji Gundê Holîlo ya Racoyê hatiye binçavkirin û agahî jê nayê girtin. Di meha Tebaxê de jî Leyla hatibû binçavkirin û 50 rojî li girtîgehê hatibû girtin.  Her wiha hat hînbûn ku du zarokên Leylayê hene û nayê zanîn ku niha Leylayê li ku derê ye.    Hat diyarkirin ku do jî ciwanê bi navê Doran Umer Ebrûş ê ji Gundê Basutê ji aliyê komekê ve hatiye binçavkirin. Derbarê aqubeta Umer de tu agahî nehatiye bidestxistin.    Ev saleke aqubeta wî ne diyar e   Her wiha ciwanê bi navê Mihmed Xelîl jî salek berê ji aliyê komên Efrînê ve hatibû binçavkirin û agahî ji wî jî nayê girtin. Tevî hemû hewldanên malbatan tu agahî ji zarokên wan nehat girtin.